Beşdarên panela li Minbicê ji bo azadiya rêbertî bang kirin

Beşdarên panela li Minbicê diyar kirin ku armanca dewletên komploger ji girtina rêbertî, sekinandina dengê teqîqetê û çewisandina azadiya gelan e. Her wiha banga azadiya rêbertî kirin.

Beşdarên panela li Minbicê ji bo azadiya rêbertî bang kirin
11 sibat, 2021   19:28
MINBIC

Beşdarên panela derbarê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de ya ku îro li Minbicê hate lidarxistin, ji ANHA'yê re axivîn û banga têkoşînê li dijî tecrîdê kirin.

/ar/uploads/files/2021/02/11/170254_abtsam-abd-alqadr.webp

Berdevka Meclisa Jinana a Minbic û Gundewarê wê Îbtîsam Ebdulqadir got: "Ev komplo li dijî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bû, da ku projeya neteweya demokratîk têk bibin. Lê fikirê rêbertî hêzên komploger ditirsand, ji ber vê yekê rêbertî girtin."

Ibtîsam bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî û wiha got: "Rêbertî di girtîgehên dewleta Tirk de ye, li dijî wî tecrîd û zext hene. Ev hemû di çarçoveya siyaseteke plankirî de têne meşandin, da ku rê li ber belavbûna ramanê wî bigirin. Lê berxwedan berdewam e, ramanê wê bidome, da ku projeya neteweya demokratîk ya ku tevahî gelên azadîxwaz bangî wê dikin, xurt bibe."

Îbtîsam Ebdulqadir banga serbestberdana rêbertî kir û wiha got: "Em hêza xwe ji ramanê rêbertî digirin."

/ar/uploads/files/2021/02/11/170308_abd-alrzaq-asmaayl.webp

Ji rûspiyên êla Demalxa, Ebdulrezaq Îsmaîl jî wiha got: "Armanca ji komployê, dengê heqîqetê û azadiya gelan bisekinînin, girtina rêbertî girtina gotina azad e."

Îsmaîl destnîşan kir ku divê her mirovekî azad bêje na ji girtina rêber Ocalan re, ji ber ku rêbertî tu kiryar li dijî qanûnê nekiriye, lê belê ji bo azadiya gelan têdikoşe. Ebdulrezaq Îsamîl: "Divê hemû gelên azad ji bo rêbertî tevbigerin, da ku fikirê neteweya demokratîk bimîne."

ANHA