‘Îdiayên îstixbarata dewleta Tirk ên têkildarî Îbrahîm Parim ne rast in’

Dewleta Tirk îdîa kir ku wan fermandarekî PKK`ê li Şengalê girtine û birine Tirkiyê. Lê derket holê, kesê ku behsa wî têkirin beriya 2 salan piştî ku ji PKK`ê hate qewitandin, xwe radestî hikumeta Başûrê Kurdistanê kiriye.

‘Îdiayên îstixbarata dewleta Tirk ên têkildarî Îbrahîm Parim ne rast in’
12 sibat, 2021   02:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk nûçeyek belav kir û tê de îdia kir ku dewleta Tirk piştî ku bi operasyoneke îstixbaratî fermandarekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Îbrahîm Parim li Şengalê girtine, ew birine Tirkiyê.

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Tirk, tîmên ewlekariyê yên dewletê Parim girtine û îdia kirin ku ew berpirsê beşa lojîstîkê ya PKK`ê li Şengalê ye.

Lê belê çavkaniyekî taybet ji Şengalê ji ANHA’yê re ragihand ku Îbrahîm Parim dema ku li Şengalê bûye tu sifeteke wî ya fermandariyê tune bûye.

Çavkanîyê her wiha ragihand ku, Parim bi navê “Laşer” tê nasîn û wekî ku Ajansa Anadolu îdia dike ne bepirsê beşa lojîstîkê bûye. Parim, di nava koma şervanan de bûye, ku piştî êrişa DAIŞ`ê (di 2014`an de) çûbûne Şengalê.

Çavkaniyê got, beriya 2 salan ji ber ku Îbrahîm Parim ji ber kiryarên neexlaqî ku partiyê reş dikin, ji partiyê hatiye qewitandin û wî berê xwe daye Hewlêrê. Beriya ku hikumeta Başûr wî radestî îstixbarata Tirk bike ew li gel hikumeta Başûrê Kurdistanê maye.

Çavkanî diyar kir ku bi vê yekê paropagandeya çapemeniya Tirk a operasyona îstixbaratî ku li gorî îdiayên wan li Şengalê pêk hatiye, hemwextî hewldanên dagirkirina Garê û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li derewê qelibandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 24`ê Adara 2018`an de bi daxuyaniyeke fermî gotibû: “Piştî mayîndekirina aramî û ewlehiyê, gerîla ji Şengalê vedikişe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên wan erkên xwe li Şengalê pêk anî û dê li gorî daxwaza Êzidiyan û hikumeta Iraqê bi temamî jê vekişin. Ev yek jî îdiaya dewleta Tirk ku Îbrahîm Parim ji Şengalê anîne, rastiya ku gerîlayên PKK`ê li wir nîn in, derdixe holê.

(cx)

ANHA