Xerîb Hiso: Êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye

Xerîb Hiso di civînekê de got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Li Dirbêsiyê jî di xwepêşdanekî de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li hemberî êrişên li ser Garê berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.

Xerîb Hiso: Êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye
Xerîb Hiso: Êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye
Xerîb Hiso: Êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye
Xerîb Hiso: Êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye
Xerîb Hiso: Êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye
Xerîb Hiso: Êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye
11 sibat, 2021   18:36
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Navçeya Dirbêsiyê civîneke girseyî li stada Belekî ya navçeyê li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Giştî ya TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axivî, Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û got, êrişên li ser Garê berdewama komployê ye.

Hiso da zanîn ku armanca komployê rêgirtina li ber belavbûna fikir û felsefeya rêbertî ye û got, hêzên komploger dijminahiya hemû nirxên exlaqê dikin û rêbertî ji bo xilaskirina gelên bindest û mezlûm têdikoşe.

Her wiha destnîşan kir ku serekftinên ku gelê Kurd bi dest xistine û têkoşîn û berxwedana wê ya domdar hemû planên dijminên gelê Kurd têk birin.

Xerîb Hiso êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Garê şeremzar kir û wiha domand: " Armanc êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî HPG'ê jê têkbirina vê hêzê ye, lê berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê hemû planên dagirkeriyê vala derxist."

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso banga yekitiyê li partiyên kurdî kir û got: "Dem dema serhildana li hemberî dagirkeriya Tirk e."

Civîn bi durişmeyên banga azadiya rêbetî û şermezarkirina komployê bi dawî bû.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_St4iBYcyp0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li aliyekî din, bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê meşiyan.

Meş ji pêşiya stada Beledî dest pê kir. Di meşê de al û sembolên kurdî hatibûn hildan û durişmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bê navber hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Jina Azad rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê nivîsgeha PYD'ê ya Dirbêsiyê Mihemed Til Kerma axivî.

Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayan li herêma Garê şeremzar kir û wiha got: "Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe armanc dike ku hêzên gerîla yên ku ji bo doza gelê xwe li çiyayê Kurdistanê têdikoşe, tune bikin. Ev êriş bi xwe girêdayî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

Mihemed Til Kerma anî ziman ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji êrişan berpirsyar e û wiha got: "Bêdengiya wê ya li hemberî êrişên dagirekriyê yên li ser Garê ya Başûrê Kurdistanê delîlê îxanetê wê ye."

Til Kerma, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, banga serhildanê  û daketina qadan li gelê Kurd kir.

Di dawiyê de, diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şeremzarkirina dagirkeriya Tirk hatin berzkirin.

ANHA