'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'

Têkildarî 15'ê Sibatê salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, li navçeyên kantona Qamişlo rêzecivîn hatin lidarxistin. Di civînan de banga geşkirina têkoşînê hate kirin.

'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
'Ocalan pêxemberê aştiyê ye'
11 sibat, 2021   17:36
QAMIŞLO

Bi wesîleya 15'ê Sibatê salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li navçeyên Amûdê, Til Hemîs û Girkê Legê û Tirbespiyê yên kantona Qamişloyê rêzecivîn hatin lidarxistin.

''KOMPLOYA 15'Ê SIBATÊ BERDEWAM E''

Nivîsgeha PYD`ê ya navçeya Amûdê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan civînek li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên PYD'ê Salih Ehmed axivî, destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de diyar kir ku armanca komployê qirkirina gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz e û wiha got: "Hêzên komploger xwestin bi vê komployê plan û armancên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin, ji ber vê yekê tevgera azadiyê û ramanê rêbertî li pêşiya pêkanîna planên xwe wekî bend didîtin, lew re ev komplo pêk anîne."

Ehmed di berdewama axaftina xwe de got, divê gelên herêmê rastiya vê komployê û girêdana wê bi rûdanên li Rojhilata Navîn bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet nas bike û diyar kir ku komplo hîna berdewam e û dewletên komploger hîna jî hewl didin planên xwe pêk bînin.

Civîn bi diruşmeyên silavkirina rêbertî û banga azadiya wî bi dawî bû.

''DI KESAYETA RÊBERTÎ DE XWESTIN ÎRAGEYA GEL BIŞKÎNIN''

Li navçeya Til Hemîsê ji aliyê PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê du civîn, yek li gundê Belqîş û ya din li gundê Tufahiyê yên girêdayî bajarokê Ebû Cirn hatin lidarxistin.

Di civîna li gundê Belqîs de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Hemîsê Sadiq Hesen îşaret bi armancên komploya navneteweyî kir û got: "Armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kûrkirina pirsgirkên li Rojhilata Navîn e."

Hesen diyar kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin ta rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Di civîna li gundê Tufahiyê de, endamê PYD'ê Silêman Ebû Bekir destnîşan kir ku hêzên komploger bi çarenûsa gelan dilîzin, ji xwe re îdeolojiyeke xêz kirine da ku bi rêya wê nirxên civakan têk bibin.

Ebû Bekir got, dewletên komploger di kesayeta rêbertî de xwestin vîna gelên herêmên bişkîne.

''RÊBER OCALAN PÊXEMBERÎ AŞTIYÊ YE''

Li navçeya Tirbespiyê jî, PYD'ê li gundên Beyandor û Girê Mîrkê bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan civîn li dar xist.

Di civînan hevseroka nivîsgeha PYD'ê ya Tirbespiyê Hediya Şemo, hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso û hevseroka Meclisa Bajarokê Hilwa Fehîma Temo axivîn.

Di axaftinan de komploya navneteweyî ya hate şermezarkirin, hate gotin ku komplo kesayet û ramanê rêber Abdullah Ocalan ê ku banga azadî, demokrasî, mafên jinan û jiyana hevbeş dike, kir armanc.

Beşdaran gotin, rêber Abdullah Ocalan pêxemberê aştiyê ye, gel ji fikirê paşverû xilas kir.

Di dawiya civînan de sînivîzyoneke li ser komployê hate pêşandan.

''JI BO AZADIYA RÊBERTÎ GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ PÊWÎST E''

Meclisa Bajarokê Erûr ê Girkê Legê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan civînek li dar xist.

Di civînê de sînivîzyonek li ser têkoşîna rêbertî û komployê hate pêşandan. Ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Buhar Elî axivî, banga xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya rêbertî kir û got, tevahî komployên ku dijî rêbertî hatin kirin, vala derketin.

ANHA