Li Tebqayê têkildarî 15'ê Sibatê çalakî

Bi durişmeya "Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan", Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê gelek çalakî li dar xistin.

Li Tebqayê têkildarî 15'ê Sibatê çalakî
Li Tebqayê têkildarî 15'ê Sibatê çalakî
Li Tebqayê têkildarî 15'ê Sibatê çalakî
Li Tebqayê têkildarî 15'ê Sibatê çalakî
Li Tebqayê têkildarî 15'ê Sibatê çalakî
11 sibat, 2021   17:55
TEBQA

Çalakî li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate lidarxistin. Şandeyek ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên komîte û saziyên sivîl û leşkerî, rêveberiyên jinan û partiyên siyasî di çalakiyê de amade bûn.

Çalak bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî Elaya axaftina destpê kir.

Komîteya Rêbertî ya Rojava Musena Ebdulkerîm axivî û wiha got: "22 sal in rêber Abdullah Ocalan girtî ye, texmîn kirin ku bi girtina rêbertî fikir û felsefeya wî jî girtin."

Ebdulkerîm her wiha got: "Nikarin roja me tarî bikin, rêber Abdullah Ocalan roja gelên Ereb, Kurd, Suryan û Asur e."

Musena Abdulkerîm bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li rejîma Tirk bikin da ku rêbertî azad bike.

Piştre belgfîlmeke li ser têkoşîna rêbertî û komploya li dijî wî hate pêşandan.

Koma Çand û Hunerê şanoyeke bi navê "Roja heqîqetê" pêşkêş kir.

Di dawiyê de, Koma Diret El-Furat a girêdayî navenda Çand û Hunerê Çalakî bi stranekê li ser rêbertî pêşkêş kir.

ANHA