Gêrîlayên li Garê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin

Gêrîlayên HPG/YJA Star li herêma Gareyê komek a leşkerên dewleta Tirk xistin bin kontrola xwe û çalakiyek li dijî wan kirin.

Gêrîlayên li Garê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin
10 sibat, 2021   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, di navbera gêrîlayên HPG/YJA Star ên li herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê û dewleta Tirk a dagirker de şerên giran diqewimin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên gêrîla seat 14:30`ê leşkerên dewleta Tirk ên dagirker xistin bin kontrola xwe û bi bandor li wan xistin.

Der barê kuştiyên artêşa Tirk de agahiyên zêdetir ne hate bidestxistin.