Çeteyên artêşa Tirk li Efrînê qutkirina darên zeytûnê didomînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî mirov û xwezayê li Efrînê, didomînin. Her wiha xwezaya Efrînê wêran dikin û darên zeytûnê yên ku temenên wan bi dirêjahiya dehsalan e, dibirin.

Çeteyên artêşa Tirk li Efrînê qutkirina darên zeytûnê didomînin
10 sibat, 2021   14:49
ŞEHBA

Li gorî şêniyên herêmê yên resen çeteyên artêşa Tirk a dagirker di du rojên dawî de 80 darên zeytûnê yên ku temenên wan zêdeyî 70 salî ne, qut kir.

Çavkaniyekî ji Efrînê tekez kir ku 40 darên zeytûnê yên ku ji hêla çeteyan ve hatine qutkirin, ew dar ên hemwelatiyê bi navê Mihemed Miherem ê ji gundê Keferşîlê yê girêdayî navenda kantona Efrînê ye.

Her wiha 40 darên din jî yên hemwelatiyê bi navê Fayîq Mihemed yê ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê desteserkirina darên zeytûnê û Medbezan (kargehên zeytûnan) ji xwe re bes nabînin, lê daran qut dikin dişewitînin û difiroşin. Li aliyekî din qutkirin û şewtandina darên zeytûn, hinar, tirî û daristanê, didomînin.

Dagirkeriya Tirk ji dema ku Efrîn dagirikire û heya niha gelek dar qut kirine, ew hemû jî ji aliyê  rêxistinên hiqûqî û mirovahiyê ve hatine belgekirin.

(dx)

ANHA