Rojnameger Dogan Çetîn: Li Garê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û hin jî hatin dorpêçkirin

Rojnameger Dogan Çetîn got artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafiran leşkerên xwe daxistin herêma Garê, lê HPG’ê bersiva êrişên wan da, di encamê de 4 leşker hatin kuştin û hin jî hatin dorpêçkirin. Çetîn destnîşan kir ku HPG’ê bersiva êrişeke din a daxistina leşkeran da û ew neçarî vekişînê kirin.

Rojnameger Dogan Çetîn: Li Garê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û hin jî hatin dorpêçkirin
10 sibat, 2021   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger Dogan Çetîn bi twittekê behsa êrişên artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê kir.

Dogan Çetîn di twitta xwe de wiha got: "Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, piştî topbaran li dijî herêma Siyanê ya li herêma Garê artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafiran leşkerên xwe danîn herêmê, lê HPG’ê bersiva wan da û di encamê de şer çêbû.

Li gorî Dogan Çetîn, di encama êriş û pevçûnê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Rojnameger Dogan Çetîn da zanîn ku kuştî û leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji hêla HPG’ê ve hatine dorpêçkirin.

Dogan Çetîn destnîşan kir ku piştî artêşa Tirk a dagirker hewl da bi rêya balafiran leşkerên xwe bigihîne herêma Bergarê ku li bakurê rêzeçiyayên Garê ye, HPG`ê bersiv da û nehişt ku hewldana dagirkera Tirk bigihêje serî û paşde vekişî.

(fr)