Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê, merasîmeke xiyabî bi amadebûna bi sedan şêniyên Kobanê, ji bo şehîd Ehmed Xidiro û Mistefa Mehmûd re li dar xist.

Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin
Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin
Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin
Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin
Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin
Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin
Li Kobanê merasîma xiyabî ya 2 şehîdên YPG`ê hate lidarxistin
10 sibat, 2021   13:57
KOBANÊ

Her du şervanên YPG`ê Ehmed Xidiro û Mustefa Mehmûd ji şêniyên kantona Efrînê ne û her du jî ji aliyê dewleta Tirk ve di dema êrişa li ser Efrînê de dîl hatin girtin û piştre hatin şehîdxistin.

Ji fermandarên Cebhet El-Ekrad Mihemed Elî di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Dûre seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwişka şehîd Ehmed Xidiro Cîhan Xidiro axivî û şopandina rêya şehîdan piştrast kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe bi dest bixe û parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bike ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin."

Paşê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto jî axivî û got divê ew parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin û wan ji dagirker û dijminan biparêzin.

Piştî axaftinan, wesîqetên şehadetê yên her du şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û merasîm bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA