Jinên li Şehbayê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Meclisa Jinên Azad a Şehbayê bi daxuyaniyekê got civaka navneteweyî berpirsa berdewamkirina hovîtiya AKP`ê û ferzkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, binpêkirinên hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên girêdayî girtiyên siyasî ye.

Jinên li Şehbayê Komploya Navneteweyî şermezar kir
10 sibat, 2021   13:48
ŞEHBA

Endamên Meclisa Jinên Azad a Şehbayê li qada navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi kurdî, erebî û îngilîzî ji aliyê Rifa El-Ehmed, Ofa Bekir û Narîman Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de roja 15`ê Sibata 1999`an û çawa hêzên komploger ên cîhanê bi hevkariya Gladioyê rêber Abdullah Ocalan dîl girt ku ji bo gelên herêmê bûye “Roja Reş”, hate bibîrxistin. Her wiha hate destnîşankirin ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan heta niha didome.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku planên dewleta Tirk ji bo tunekirina felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi saya berxwedana di zindan de û belavbûna fikirên wî li tevahî cîhanê, têk çû.

Jinan di daxuyaniya xwe de got hêzên komploger rêber Abdullah Ocalan dîl girt lê ew nikarin fikr û îradeya wî dîl bigirin û bêdengiya navneteweyî ya li hember komlo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ev yek dihêle dewleta Tirk sûcên xwe berdewam bike.

Di dawiyê de dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

(bx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UQMHBWvNGYY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>