‘Êrişên li dijî Gareyê berdewama komploya 15`ê Sibatê ne’

Dayikên şehîdan û saziyên civaka sivîl ên li navçeya Dêrikê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

‘Êrişên li dijî Gareyê berdewama komploya 15`ê Sibatê ne’
10 sibat, 2021   13:59
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji şevê din ve êrişî herêma Gareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di vê derbarê de dayikên şehîdan û saziyên civaka sivîl ên li navçeya Dêrikê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û tekez kir ku êriş berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan in.

Dayikên şehîdan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongreya Star Rûha Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst dest bi hemleyeke hovane kiriye da ku komploya 15`ê Sibatê dewam bike.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hovîtiya li dijî îradeya gelê berxwedêr zêde dike û piştî li hember berxwedana lehengên çiyayê Kurdistanê têk çû, hemû şêwazan li dijî gel û hêza wî ya têkoşer bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişên hovane kiriye da ku komploya 15`ê Sibatê dewam bike.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku Saziya Malbatên Şehîdan û saziyên civaka sivîl dê li hember hemleya dewleta Tirk a li dijî herêma Gareyê bisekinin û berxwedana gerîlayan hate silavkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_GRs_KaaRe4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>