Yekitiya Ragihandina Azad û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê muzakereyek îmze kir

Şandeya Ragihandina Azad serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re muzakereyek îmze kir.

Yekitiya Ragihandina Azad û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê muzakereyek îmze kir
10 sibat, 2021   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama serdana şandeyê de ku ji hevserokatên Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yusif û Bangîn Seydo pêk dihat, bi Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re muzakereyek hate îmzekirin.

Yekitiya Ragihandina Azad li ser malpera xwe ya fermî muzakere ku ji 5 xalan pêk tê, parve kir û ev xal tê de hatin destnîşankirin.

"Di çarçoveya peydakirina rêbazên hevkarî û koordînasyona di navbera rojnamevan û nûçegihanên li seranserê Kurdistanê de, da ku xizmeta xebata çapemeniyê bike, parastina azadiya ragihandinê bike û xizmeta rojnamevanên li Rojava û li Başûrê Kurdistanê û tevahiya rojnamevanên kurdistanî bike, li Hewlêrê di 30.01.2021`an de di navbera Yekitiya Ragihandina Azad û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de civînek li dar ket. Li ser bingeha ku kar û xebat ji qada çapemeniyê re were kirin, gelek mijarên girêdayî her du aliyan hatin nîqaşkirin û di encamê de her du aliyan muzakereyek îmze kir. Ev muzakere li ser bingeha berfirehkirina kar û xebatê hate mohrkirin û da ku di pêşerojê de hemû deste, sendîka û yekitiyên Kurdistanê yên din jî bigire nava xwe, bi rê ve çû.

Xalên muzakereyê ev in:

- Li gorî pîvan û exlaqê pîşeyê û li gorî peymana xebata çapemeniyê, divê dezgehên çapemeniyê zimanekî nerm bi kar bînin û dûrî zimanê tund bikevin û bi vî awayî xizmeta berjewendiyên giştî û doza kurdistanî bikin.

- Bi rêya lidarxistina kongreyan û tevlêbûna ji çalakiyên ragihandinê re û werşeyên kar ên di navbera her du aliyan de, divê kar û xebatê bi hev re parve bikin û veguhastin çêbe û têkildarî vê yekê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan dide.

- Ji bo nîqaşa projeya "Federasyona Rojnamevanên Kurdistanê" divê platformeke vekirî were avakirin ku beriya niha Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ji bo wê kar kiribû û divê bingeha projeya nîştimanî ya ku sînorên siyasî derbas dike, da ku xizmeta rojnamevanên Kurdistanî yên li hemû cîhanê bike.

- Yekitiya Ragihanda Azad û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hevkariya xwe çêke û piştgiriya destekdayîna ji desteyên rojnamevaniyê yên navneteweyî re bike.

- Bi aliyên fermî yên li Başûrê Kurdistanê re têkiliyan çêkin da ku rojnamevan bi hêsanî bi rêya dergeha Sêmalkayê derbasî Rojava bibin û jê derkevin.

Muzakere di 10.02.2021’an de li navenda Meclisa Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hate îmzekirin."

(eh)

ANHA