Partiya Sûriya Pêşerojê li Til Berakê nivîsgeheke xwe vekir

Partiya Sûriya Pêşerojê îro li navçeya Til Berakê ya kantona Qamişloyê nivîsgeheke xwe vekir.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Til Berakê nivîsgeheke xwe vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê li Til Berakê nivîsgeheke xwe vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê li Til Berakê nivîsgeheke xwe vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê li Til Berakê nivîsgeheke xwe vekir
10 sibat, 2021   13:03
QAMIŞLO

Partiya Sûriya Pêşerojê nivîsgeheke xwe li navçeya Til Berakê vekir. Endamên partiyê, nûnerên saziyên sivîl, partî û kesayetên siyasî û rûspiyên eşîrên li navçeyê, beşdarî vekirina nivîsgehê bûn.

Merasîma vekirina nivîsgehê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Navçeya Til Berakê Ebdulselam El-Hesanî axivî û vekirina nivîsgehê pîroz kir.

Paşê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Hesekê Samir Gebro spasiya beşdaran kir ku tev li merasîma vekirina nivîsgehê bûne.

Samir Gebro destnîşan kir ku vekirina nivîsgehê ji bo xeta têkoşînê ya pênasekirina têgehên partiyê ji civakê re bingehek e û got: "Divê yekitiya Sûriyê hem ji aliyê errnîgariyê ve û hem jî ji aliyê gel ve çêbe."

Piştî axaftin bi dawî bûn, dayika şehîd Xaib Ebdulmenaf, Dûra Mehmûd Esad nivîsgeh vekir.

Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeyên Til Hemîsê û Til Koçerê yên kantona Qamişloyê di Çileya derbasbûyî de 2 nivîsgeh vekiribûn.

(eh)

ANHA