Tevgera Ciwanan li dijî operasyon dagirkeriya Tirk banga serîrakirinê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî operasyona dagirkeriya Tirk a li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê banga serîrakirinê û tevlîbûna xwepêşandan û çalakiyên şermezarkirinê kir

Tevgera Ciwanan li dijî operasyon dagirkeriya Tirk banga serîrakirinê kir
10 sibat, 2021   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker li qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyon dan despêkirin. Di wê derbarê de Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku dagirkeriya Tirk li qada Garê operasyonekê kir da ku Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Li gorî Tevgera Ciwanên Şoreşger dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cur bi cur li dar bixe û banga tevlîbûnê kir.

Li darxistina çalakiyan wiha ye:

Dê li Til Hemîs, Til Birak û Til Koçer daxuyaniyên şermezarkirinê werin dayîn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger dê li Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, û Qamişlo jî xwepêşandanan organîze bike, di wê derbarê de banga serîrakirin û tevlîbûna çalakiyan dike.

ANHA