Komîteya Rêbertî ya Rojava li gel keyasetên ku berê bi Ocalan re civiyabûn, rûnişt

Kesayetên ku beriya niha bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane, destnîşan kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gel e, ji  ber ku di kestayeta rêber Ocalan de hemû gel hat hedefgirtin û dîlgirtin.

Komîteya Rêbertî ya Rojava li gel keyasetên ku berê bi Ocalan re civiyabûn, rûnişt
10 sibat, 2021   12:15
HESEKÊ

Duh ‘Komîteya Rêbertî ya Rojava’ ji bo şêniyên Hesekê yên ku beriya niha li Sûriyê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane, civîneke berfireh li dar xist.

Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif û endamên Komîteya Rêbertî ya Rojava beşdarî civînê bûn.

Endamê Komîteya Rêbertî ya Rojava Ferzende Mûnzir axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan silav kir. Ferzende bi navê komîteyê soz da ku ew ê bi hemû hêza xwe kar û xebatê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin.

Piştre Foza Yusif axivî û komplo şermezar kir û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Foza Yusif destnîşan kir ku ev 21 sal e ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye û derbasî sala 22`yan bûye, ev sûc wekî hovtirîn sûcên li dijî mirovahiyê ye.

Mihemed Emîn Hec Qasim ku li Şamê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye, axivî û got:"Dema em bi rêber Abdullah Ocalan re civiyan, min pirsa gel û rola wî kir û rêber Ocalan da zanîn ku daxwaza wî ew e ku  gel li ber xwe bide û bi rastî jî îro ev xwestek pêk tê."

Şêniyê bi navê Abdulxenî jî bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan girîngî dida kesayeta mirovan ku divê mirov bi azadî bijî û dûrî koletiyê bikeve.

(eh)

ANHA