Di encama topbaran dagirkeriya Tirk de zarokek birîndar bû

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Til Temirê topbaran kir, di encamê de zarokek birîndar bû.

Di encama topbaran dagirkeriya Tirk de zarokek birîndar bû
10 sibat, 2021   12:49
HESEKÊ

Nûçegiha me ji Til Temirê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tewîlê û Dişîşiyê yên nêzî rêya M4 li rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Nûçegiha da zanîn ku di encama topbaranê de zarokê bi navê Yezen Mihemed Elî ê 6 salî  birîndar bûye.

ANHA