Xerîb Hiso: Divê Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hemberî êrişan helwestekê nîşan bide

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê serî hilde û bang li hêzên Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê jî kir ku têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker helwesteke cidî nîşan bide.

Xerîb Hiso: Divê Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hemberî êrişan helwestekê nîşan bide
10 sibat, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN-MIHEMED EHMED

Xerîb Hiso bi rêya telefonê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî Kurdistanê dike.

Xerîb Hiso destnîşan kir ku di demeke kêmek maye komploya navneteweyî hilweşe û gel ber bi azadiyê ve diçe de, dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê Kurd dike û hewl dide azadiya  gelê Kurd têk bibe.

Hiso da zanîn ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, qanûnên navneteweyî bin pê dike û îsbata vê yekê jî êrişên li dijî çiyayên Garê ye û ev êriş neqanûnî ye û armanca wê jî têkbirina vîna gelê Kurd e.

ARMANC BAŞÛR, BAKUR, ROJHILAT Û BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxand kir:"Dewleta Tirk bi êrişên li ser Garê sînordar namîne, dixwaze li hemû beşên Kurdistanê, vîna gelê Kurd têk bibe û Bakur û Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk bibe."

Xerîb Hiso bal kişand ser girîngiya helwesta kurdî ya li ser asta siyasî û gelerî ya li dijî dagirkeriyê û wiha domand:"Divê gelê Kurd û gelê Kurdistanê li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin û bê deng nemînin ji ber ku bêdengî dagirkeriyê zêdetir dike. Li aliyekî din jî ev êriş li dijî gelên ku komploya navneteweyî red dikin pêk tê."

Xerîb Hiso got: "Bêdengî xeteriyeke mezin e û tê wateya hevkariya bi faşîzman re û rê li pêşiya wendakirina destkeftiyan vedike."

Xerîb Hiso hêzên Başûrê Kurdistanê hişyar kir ku destên xwe nexe destên dewleta Tirk nexasim PDK`ê û wiha axaftina xwe dewam kir:"Nabe ku mirov behsa serkeftina bi dewleta Tirk re bike û tu kes nikare bi hevkariya dewleta Tirk serkeftinê pêk bîne û ger dijmin bi ser ketin wê wan jî nehêle û dîrok jî ev yek isbat kiriye."

ꞌHEVKARIYA BI DIJMIN RE XIYANET Eꞌ

Xerîb Hiso bilêv kir ku tiştek ji xiyanetê xerabtir tune ye û hevkariya bi dijmin re xiyanet e û mirov nikare tu navên din lê bike.

Xerîb dubare bang li gelê Kurdistanê kir ku bê deng nemînin û dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxin ji ber dewleta Tirk Başûrê Kudistanê dagir dike.

Her wiha Xerîb Hiso bang li gel kir ku hesab ji PDK`ê û partiyên siyasî û saziyên sivîl bixwazin û divê rêveberiya Başûr nexasim PDK`ê were muhasebekirin.

Hevserokê TEV-DEM`ê ji hikumeta Iraqê xwest ku li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker helwestekê cidî nîşan bide û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Dewleta Tirk nakokiyên hikumeta Iraqê bi kar tîne û dewleta Tirk dixwaze Iraqê bike şirîkê xwe yê di şerê li dijî Kurdan de."

 (eh)

ANHA