Parkên Reqayê tên sererastkirin

Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan parkên El-Beyda û Panorama yên Reqayê sererast dike.

Parkên Reqayê tên sererastkirin
10 sibat, 2021   08:54
REQA

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan xebata ji nû ve sererastkirina mezintirîn parka li Reqayê El-Beyda dike.

Şêwirmendê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan endezyar Mihemed Herîrî têkildarî mijarê got: "Em niha ji nû ve parka El-Beyda bi dîzayneke nû, piştî çeteyan ew xirab kir, sererast dikin."

Li Reqayê gelek park, mîna Parka Reşîd û Parka Beca yên ku berê hatine sererastkirin, hene.

Herîrî behsa astengiyên xebatê kir û wiha got: "Hin astengî di dîtina karkeran de heye, bi taybet kesên kevirên reş li Reqayê dixebitînin, ji ber ku hejmara wan kêm e."

Şaredariya Gel Panorama ya li têketina başûrê Reqayê ya li ser rêya Helebê ji nû ve sererast dike. Panorama, dîwarekî mezin e li piranî bajaran heye, li ser wê tablo tên nexşkirin yan jî semolên ku nîşaneya bajêr in, lê tên nexşkirin.

Li gorî agahiyên ku Mihemed Herîrî dane, dê xebata sererastkirina Panorama li ser parçeyên xirab bûne bi 60 rojan de û bi lêçûna 45 milyon lîreyên Sûriyê bê kirin û dê dar û giya bên çandin û çira bên danîn.

(fr)

ANHA