'Bi naskirina fikirê Ocalan, me wateya rast a azadiyê nas kir’

Jinên kantona Şehbayê 15`ê Sibatê wekî rojeke reş bi nav kirin û destnîşan kirin ku azadiya jinan bandor li planên hêzên kapîtalîst û netewdewletan kir.

'Bi naskirina fikirê Ocalan, me wateya rast a azadiyê nas kir’
10 sibat, 2021   08:45
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Di 15`ê Sibata 1999`an de li dijî rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî pêk hat. Yek ji armancên sereke yên komployê derbkirina Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê û tunekirina îradeya Kurdan û îradeya jinan, bû.

Ji roja yekemîn a komployê, jinên girêdayî fikir û felsefeya rêber Ocalan refên xwe kirin yek û heta roja îro daxwaza mafên jinan dikin û li dijî zihiyeta baviksalar a desthildar ku dorê li jinan teng dike, têdikoşin.

'FIKIRÊN RÊBERTÎ LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN WAN BÛ’

/ar/uploads/files/2021/02/10/080933_rwan-alw-5b1600x12005d.webp

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê Rawan Elo komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku rêber Ocalan banga biratiya gelan û mafên hemû gelên bindest kir, her wiha banga wekheviya di navbera pêkhateyan de û di navbera her du zayendan de kir.

Rawan destnîşan kir ku komplo ji aliyê gelek dewletan ve pêk hat û di serî de dewleta Tirk û welatên Ewropayê , ji ber ku fikirên rêber Abdullah Ocalan li dijî berjewendiyên wan li herêmê bû.

Rawan di dewama axaftina xwe de behsa bandora fikirên rêber Ocalan li kesayeta xwe kir û wiha domand: “Me nas kir ku jin bingeha civakê ye û bi jinan jiyan dest pê dike. Her wiha jin dikarin zihniyeta baviksalar a desthilatdar ku bandoreke mezin li me kir, derbas bikin.”

 ‘ROJA REŞ’

/ar/uploads/files/2021/02/10/080921_bthynh-kalw-5b1600x12005d.webp

Welatiya bi navê Buseyna Kalo jî diyar kir ku roja 15`ê Sibatê ji bo wan rojeke reş e, ji ber ku di wê rojê de feylazof û ronakbîrekî ku rêya azadiyê û desmokrasiyê li pêşiya wan vekir, hate dîlgirtin.

Buseyna wiha dewam kir: “Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand akademiyekê ji bo pêşxistina fikir û felsefeya xwe û bi rêya wê felsefeyê em bûn xwedî doz û me xwe spart hêza xwe.”

Buseyna di dawiya axaftina xwe de banga berdana rêber Abdullah Ocalan kir.

 ‘RÊBERTÎ MAFÊN JINAN DA WAN’

/ar/uploads/files/2021/02/10/080951_slwa-alhmd-5b1600x12005d.webp

Selwa El-Hemed jî got: “Ez yek ji wan jinan bûm ku li azadiya digeriyan. Min azadî di fikirên rêber Abdullah Ocalan de dît, ku banga azadkirina fikir dike.”

Selwa destnîşan kir ku piştî wan fikirên rêbertî nas kir, wan wateya rastîn a azadiyê nas kir û guhertineke mezin di kesayetên xwe di ava kirin.

Selwa diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan mafên jinan da wan û têgihîştina wan zêde kir û wiha domand: “Ji lew ra, jin li ser fikirên rêber Ocalan û li ser xeta rizgariya jinan dimeşin.”

Selwa her wiha tekez kir ku rizgariya jinan û nexasim a jinên ciwan bandor li planên hêzên kapîtalîst û dewletnetewan çêdike û li pêşiya wan dibe asteng, ji lewra ew hewl didin rola jinan tune bikin û pêşî li belavbûna fikirên rêber Ocalan bigirin.

Selwa di dawiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wekî hewldaneke wan hêzan a astengkirina çareserkirina aloziya heyî yên Rojhilata Navîn, bi nav kir û got ji ber ku ew alozî xizmeta berjewendiyên wan dikin.

/ar/uploads/files/2021/02/10/081017_aywsh-mhmd-5b1600x12005d.webp

Eyûş Mihemed jî behsa guhertina ku piştî naskirina felsefeya rêber Abdullah Ocalan di kesayeta xwe de çêbûye kir û got: “Beriya ez fikirên Ocalan nas bikin, min nikarîbû heta ez nêrîna xwe di tiştên herî biçûk de bidim.”

Eyûş wiha lê zêde kir: “Lê belê piştî ku min ew fikir nas kir û ez tê de kûr bûm, kesayeta min bi hêztir bû, ez aram û têgihîştî bûm. Guhertineke mezin di kesayeta min de çêbû.”

Eyûş wiha kêfxweşiya xwe bi guhertinê anî ziman: “Piştî ku min rêbertî nas kir, min kêfxweşiyeke mezin hîs kir. Bi taybetî dema ku ez nêrînên xwe bi jinan re parve dikim û alîkariya wan dikim, hestekî xweş di min de ava dibe û ez bi xwe serbilind dibim ku min tiştekî baş kiriye. Êdî ez parastina jinên bindest ên di civakê de dikim.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jo6ReWaOYCM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>