Salih Zobaî: Eşîr li dijî şaneyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, bi me re alîkar in

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Şedadê Salih Zobaî got şênî û rûspiyên eşîran hevkariyeke mezin di hemleya ji bo tohildana her du şehîdan; Hind û Seîde de dest pê kiriye. Zobaî da zanîn ku wan gelek şaneyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê girtine.

Salih Zobaî: Eşîr li dijî şaneyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, bi me re alîkar in
10 sibat, 2021   08:28
HESEKÊ-BASIM El-DEXÎL

Piştî sîuqastkirinên li dijî endamên saziyên Rêveberiya Xweser ku DAIŞ’ê hilgirtine ser xwe, QSD’ê hemleyeke leşkerî ji bo tohildana her du şehîdan dest pê kir.

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Şedadê Salih Zobaî got: "Êrişên ku şaneyên DAIŞ’ê li dijî rûspî û şêxên eşîran beriya çend mehan li Dêrazorê pêk anîne, bi armanca derxistina fitne, tevliheviya ewlehî û aramiya herêmê ye."

Zobaî diyar kir ku armanca şaneyên DAIŞ’ê ji hedefgirtina endamên saziyên sivîl li herêma Deşîşa ya ser bi sînorê Iraqê ve, tirsandina sazî û karkerên Rêveberiya Xweser e.

‘HEMLE LI DIJÎ 60 ŞANEYAN PÊK HAT

Zobaî da zanîn ku oparasyon û hemleya leşkerî bi nepenî û ji nişka ve bû da ku xwe bigihînin armancên xwe li herêmên Deşîşa, Towêmîn û Seraciyê yên bi ser sînorê Iraqê ve.

Zobaî destnîşan kir ku hemle li dijî zêdetirî 60 şaneyî li wan herêmên navborî dest pê kir û îro ew şane di destê hêzên ewlehî û aliyên têkildar de ne, ew şane ji şêniyên herêma Deşîşa, Dêrazorê û hejmarek ji wan jî xwedî nasnameynê iraqî ne.

Zobaî îşaret pê kir ku şênî û rûspiyên herêma Deşîşa hevkariyeke mezin di girtina endamên wan şaneyan de kir, her wiha xwesteka şêniyan a sereke jî pirbûna hemleyane da ku herêm ji ji şaneyên terorîst were paqijkirin.

Salih Zobaî bi lêv kir ku hêzên leşkerî soz da şêniyan ku ew ê xwestekên wan a parastinê bi cih bînin, ji ber ku parastina wan emaneteke ji aliyê QSD`ê ve.

 ‘ŞANE GIRÊDAYÎ DEWLETA TIRK Û HIKUMETA ŞAMÊ NE’

Zobaî anî ziman ku çeteyan rûberên fireh ên zeviyan ên li seranserî beyara Deşîşa ya li ser sînorê Iraqê bi kar anîn û tê de binerd wek veşartgeh çêkirine û wiha domand: "Me binerdek dît, tê payîn ku ew nû hatiye çêkirin."

Li ser şaneyên ku hatine girtin, Zobaî ev agahî dan: "Gelek şane li wan herêman hene, hin girêdayî DAIŞ’ê, hin girêdayî çeteyên dewleta Tirk û hin jî girêdayî hikumeta Şamê ne. Niha jî ew şane li beramber edaletê ne, da ku cezayên xwe bibînin.”

Salih Zobaî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Baweriya şêniyan bi ciwanên wan ên parastina xaka û rûmeta wan dikin mezin e û ew nakevin xefka van planên sexte."

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di 5’ê vê Sibatê de daxuyandibû ku bi beşdariya YPG, YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn oparasyoneke leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest pê kiriye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UBWLih88Mcc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>