Li ser çiyayê Garê êrîşên dagirkeriyê: Li herêmê şerekî dijwar diqewime-HAT NÛKİRİN

Artêşa Tirk a dagirker bi balafir û helîkopteran çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê yê bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê ve bombebaran kir. Piştî bombebaranê li herêmê şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Li ser çiyayê Garê êrîşên dagirkeriyê: Li herêmê şerekî dijwar diqewime-HAT NÛKİRİN
10 sibat, 2021   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafir û helîkopteran, bi şev Çiyayê Garê bombebaran kir, li gorî agahiyan niha li herêmê şer û pevçûnên giran diqewimin.

Dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Garê ku li Başûrê Kurdistanê bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ye, operasyona dagirkirinê da destpêkirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin balafir û helîkopterên dewleta Tirk a dagirker, saet 03:00’an Çiyayê Garê yê li Herêma Behdînanê bombebaran kir. Piştre jî li herêmê şer û pevçûnên dijwar dest pê kirin.

Li gorî çavkaniyan, şer û pevçûnên dijwar li herêmê dewam dike. Di derbarê ziyanên bombebaranê de tu agahî nehatine bidestxistin.