​​​​​​​Pergalên dijminên azadiyê û sûcên li dijî gelan

Rejîmên dîktator ji serdemên borî û heta niha ve, bi rê û rêbazên cuda û bi bihaniyan  li dijî tevgerên ku bangên azadiya gelan dikin disekinin.

​​​​​​​Pergalên dijminên azadiyê û sûcên li dijî gelan
10 sibat, 2021   05:19
KOBANÊ

Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ku ji Kobanê dest pê kiriye û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye xala qutbûna di navbera destpotî û azadiyê de bû. Lê çend meh derbas nebûn û çeteyên Cebhet El-Nusra û Lîwa Tewhîd  bi hev re êrişî Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê kirin. Bi wê re jî dîroka şerê di navbera şervanên azadiyê û çekdarên ji bo desthilatdariyê de dest pê kir ku hîna berdewam e.

Şerê ku bi wekîlan hate nasîn, bi demê re veguherî şerê raste rast di navbera dijminên azadiyê û parêzvanên azadiyê de, ku di 2018’an de li Efrînê rastî hev hatin. Dewleta Tirk a dagirker bi artêşeke mezin êrişî Efrîna ewle ya li bakurê Sûriyê kir û bajarê ewle veguherand dikaya sûcê nrevandin, teror, dizîn û talankirinê.

Ev yek aliyek ji dozê ye, lê aliyê veşartî mezintirîn e. Hin rejîmên ku giraniya xwe di cîhanê de hene hîna jî li dijî azadî û têgehên girêdayî wê ne. Bo nimûne, dewletên piştgiriya helwesta hikumeta Şamê û dewleta Tirk dikin ku wan hovanetirîn sûcên li dijî gelên herêmê di dirêjahiya krîza Sûriyê de kirine, nexasim Rûsya û hin dewletên ku idîaya sosyalîst dikin, ew dewlet gelên herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên madî qir dikin. Mîna Rûsya  ji bo ku pergala S-400 bifroşe dewleta Tirk, hişt ku dewleta Tirk sûcên xwe yên qirêj li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê bimeşîne.  

 ‘JI TIRSA KU AZADIYA GELAN GEFAN LI ERŞÊN DESPOTÎZMAN BIXWE, ÊRIŞAN PÊK TÎNIN’

Endama Meclisa Rêveber a PYD’ê Bêrîvan Hesen li ser mijarê got, rejîmên dîktator gelên  gelên zana yên ku hewl didin azadiya xwe pêk bînin, wekî xeteriyekê li ser erşên xwe dibînin. Ji lew re gelek dewletên ku dijberî azadiyan in, bi Rêveberiya Xweser û fikireya neteweya demokratîk ên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhate û etnîkên xwe yên olî hembêz kirine re, bi nakok in."

Bêrîvan Hesen wiha domand: "Bi destpêka derketina planên dewletên dijberî fikireyên nûjen ên li herêmê re çetîtî derket. Nexasim piştî avakirina rêxistinên terorîst ên ku piştevaniya ji dewletên cîran mîna dewleta Tirk digirin."

Piranî dewlet bi taybet dewletên ku têkiliyên xwe yên navneteweyî û xîtabên xwe yên li ser azadî û mafên mirovan baş in, şirîk û hevparê yekemîn a têkbirina şoreşên li Rojhilata Navîn û Sûriyê bûn. Ji aliyekî ve Rûsya piştgiriya hikumeta Şamê kir ku li dijî sûriyan sekinî, ji aliyên din ve jî Rûsya û dewleta Tirk a dagirker li hev kom bûn ku fikirên li dijî desthilatiya wan têk bibin. Li aliyekî dîtir jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Lîbya û Qerebaxê kirin, da ku desthilata yekalî û çetetiyê li ser hesabê gelên wan herêman xurt bike.

Lİ TIRKIYÊ 400 GİRTÎGEH

Li Tirkiyê 39 girtîgehên din hatin avakirin, bi vê yekê hejmara gitîgehan gihaşte 400, ji 2014’an û heta îro ji wan gitîgehan 141 hatin avakirin. Li gorî raporên çapemeniyê, hikumeta AKP’ê salek derbas nabe ku tê de 15 girtîgehên nû ava bike, li gel wê jî budceya gitîgehên li Tirkiyê 9,6 milyar lîreya Tirkiyê ye ku ji bodceya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê û gelek wezaretên dîtir zêdetir e.

Ji 2002’yan ve ji dema AKP’ê deshilat bi dest xistiye de hejmara girtiyan di girtîgehên dewleta Tirk de nêzî 58 hezar bû, lê îro û piştî serbestberdana 45 hezar girtiyên sûcan, hejmara girtiyên ji xwediyên nêrîn, çalakvan, muxalifên siyasî, hiqûqnas û rojnamevan 265 hezar  e. Bi wê re dewleta Tirk, dibe dewleta yekemîn li Rojhilata Navîn ku xwediyên hejmareke mezin ji gitîgeh û girtiyan e.

Di vî warî de, Bêrîvan Hesen wiha da zanîn: "Rejîmên dijberî azadiyê her tim hewl didin gel bixin bin serweriya xwe û çi aliyê yan jî çi çalakiya siyasî ku dijberî hedef û berjewendiyên wan be, têk dibin û dixin girtîgehan."

GELO ÇAWA SÛRIYÊ JI BANGA AZADIYÊ VEGUHERÎ BANGA SERJÊKIRINÊ?

Ji dema ku dewleta Tirk destwerdan li xaka Sûriyê kiriye ve, komên çete li Sûriyê zêde dibin, li aliyekî din jî bi bihaneya radîkalî û demokrasiya çêkirî tevahî rejîmên destpot destwerdanê li Sûriyê kir, da ku gelê wê azadiyê bi dest nexe.

Rûsya ya parêzvanê hikumeta Şamê yan jî parêzvanê berjewendiyên xwe li herêmê, yek ji dewletên ku beşdarî têkbirina azadiyê û nêrînên li dijî rejîmên destpot e. Li Efrîna dagirkirî û bi hevkariyeke aşkere Rûsya derfet li pêş dewleta Tirk û çeteyên alîgirê wê kir, da ku êrişî Efrînê bikin. Lê li Eyn Îsayê jî Rûsya li ser heman siyasetê dimeşe.

Ev dewletan sedema krîzê li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi tevahî.

Bêrîvan Hesen diyar kir ku tu ferq di jiyana li herêmên hikumeta Şamê û herêmên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de tune ye, ji ber her du alî li dijî çi azadî û mafan e. Bêrîvan Hesekê got: "Li van herêman azadiya şêniyan tune ye. Ne komên alîgirê dewleta Tirk xwediyên van herêman in ne jî komên ku hêzên hikumeta Şamê ew şandine herêmên dîtir ên Sûriyê xwediyên wan herêman in. Ji lew re ev kom hewl didin gel ji bo desthilata dewletê bi kar bînin."

Bi van rêbazan rejîmên destpot, azadî û berhemên gelan ji dest wan birin. Sûcên ku niha li Cerablus, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê ji dizîna şûnwar, talankirina berheman û ferzkirina bacan li ser şêniyan, revandin, qetilkirin, girtin, guhartina demografî li pêş çavên wan rejîmên di krîza Sûriyê de aktîf in, pêk tên. Lê ya rast ew jî şirîk in û hewl didin gel azadiya xwe bi dest nexin û di bin hegamoniya wan de bin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o-ouvrfM1Sc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>