El-Ferşîşî: Tevgera Nehdayê Tunis avêt nav hevbendiyên Tirkiye-Qeterê

Rojnamevanê tunisî Welîd El-Ferşîşî got, Tevgera Nehda ya “îxwanî” Tunis avêt nav hevbendiya Tirkiye-Qeterê û ew li çareseriyên rasteqîn ji bo aloziya aborî nagere.

El-Ferşîşî: Tevgera Nehdayê Tunis avêt nav hevbendiyên Tirkiye-Qeterê
10 sibat, 2021   01:36
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Ji ber xwepêşandanên gel ên ji bo redkirina siyasetên Tevgera Nehda û alozbûna rewşa aborî, Tunis di rewşeke aloz re derbas dibe. Hemleya binçavkirinê ku hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandanan dest pê kiriye û di encamê de gelek ciwan û xwendekar hatin binçavkirin, rewşê xirabtir dike.

Têkildarî geşedanên dawîn li Tunisê, ANHA`yê bi rojnamevan û romanivîsê Tunisê Welîd El-Ferşîşî re hepeyvînek çêkir. Hevpeyîn wiha ye:

- Sedema hêrsa gelê Tunisê ku niha zêzdetir bûye, çi ye?

Bi rastî, gel li hemberî hikumeta Hîşam El-Meşîşî bi hêrs e û wê red dike. Ji ber ku ew hikumet li ser xapandineke mezin hate damezirandin. Diviya bû ku li gorî lihevkirina ku li ser esasê wê Hîşam El-Meşîşî ji aliyê serokê komarê ve hatiye erkdarkirin, ew hikumet ji aliyên serbixwe hatiba avakirin. Lê belê tiştê ku rû daye, kemberke siyasî ya ji Tevgera Nehda ya îxwanî û îtîlafa Keramê hate avakirin, ku ew hebûneke siyasî ya gelêrî ya tund e û Tunis bi ser binê hev kir. Serokê wê partiyê bi tawana gendeliyê tê giritn. Ev yek wekî darbeya li dijî îradeya gelê Tunisê tê hesibandin. Her wiha rewşa aboriyê li welêt xirabtir dibe. Tevî ku çareseriyên rasteqîn ji bo geşkirina aboriya Tunisê hene jî, lê hikumet siyaseta çareseriyên hêsan wekî krediyê û hwd. dimeşîne. Heke em nakokiyên partiyên siyasî yên di bin sîwana meclisê de jî li wê yekê zêde bikin, em fêm bikin ka çima welatiyên Tunisê derketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşna dan.

- Heke Tevgera Nehda vê siyasetê dewam bike, wê Tunisê ber bi ku ve bibe?

Tevgera Nehda ya îxwanî di 10 salên dawîn de hikum kir anku beşdarî hikumê bû. Di pratîkê de, ew ji dema hilbijartinên meclisa nîştimanî ya 2012`an hatiye damezirandin ve li ser hikumê ye, ji berpirsiyarên xwe yên sedema alozbûna rewşa aboriyê direve, ji bo dewamkirina hikumê xwe her tim fîlbaziyan bi kar tîne, her wiha ew ji bûyerên kuştina kesayetên siyasî ku sala 2013`an rû da di aliyê siyasî û exlaqî de berpirsiyar e. Ew bi awayekî çalak beşdarî amadekirina destûrekî li gorî xwe bû, destûrekî ku hikumetê ji hev dixe. Heta em niha nizanin kî Tunisê hikum dike. Piştî hilbijartinên 2019`an Tevgera Nehdayê serokatiya meclisa parlemtoyê kir. Li şûna ku bibe faktorekî ku aliyên bi nakok ên di meclisê de tîne gel hev, veguherî faktorekî strêsê. Bi taybetî piştî ku Tunis avêt hevbendiyên herêmî (tirkî-qeterî) ku me eleqedar nake, ruxmî ku serokê komarê nûnerê tekane yê siyaseta derve ya Tunisê ye.

- Çima opozîsyon nikare Tevgera Nehdayê hilweşîne?

Li Tunisê, opozîsyon tune ye, lê belê gelek opozîsyon hene. Ev opozîsyon di rastiyê de girêdayî blokên fikirî yên di cewher de bi nakok in û zehmete ku bên gel hev. Ji ber wê yekê hêza wê ya biserxistina lîsteya El-Lewm ku armanc dikir serokatiya meclisa gel ji serokê Tevgera Nehdayê Raşid El-Xenûşî bisîtine, lawaz kir.

- Rola kolanê çi ye?

Dema niha, kolana Tunisê ji 2011`an cuda ye. Îro, ciwanên ku piraniya wan şoerşger in serkêşiya xwepêşandanan dikin. Rola kolanê girîng e, lê têrê nake. Ji ber ku qalibek ji ciwanan re nehatiye diyarkirin. Li kêleka wê yekê tevî ku serokê komarê Qeys Seîd piştgiriyê dide daxwazên wan jî, ew li dijî derfetên dewletekê (bi taybetî polîsan) şer dikin. Tevî wê yekê jî, dê xwepêşandêrên Tunisê hilweşandina sîstema ajantî, paşverûtî û gendeliyê dewam bikin.

- Qedexekirina xwepêşandanan, çi nîşan dide?

Astengkirina xwepêşandêran nîşan dide ku desthilat ji wan ditirse, ji bo wê polîsan li kolanan belav dike. Belavkirina hêzên ewlekariyê û bendên kontrolê li her cihî nîşan nade ku “desthilat” di rewşeke baş de ye, heta vê kêliyê jî ne serokê komarê ne jî Yekitiya Giştî ya Xebatê ya Tunisê daneketine kolanê. Ji ber heke dakevin, divê El-Meşîşî û kembera wî ya siyasî jî xwe ji bo çûyînê amade bikin.

- Gelo rola aliyên derve di bûyerên li welêt de heye. Heke hebe, ew alî kî ne?

Heke rola aliyekî derve hebe, wê rola Tirkiye-Qeterê be. Wekî tê zanîn Tevgera Nehda ya îxwanî û opozîsyona Keramê ya girêdayî wê, li dora van hêzên herêmî yên xirab digerin. Di rastiyê de gelê Tunisê ji bo wê yekê bi fikar e.

(cx)

ANHA