'Gefên dewleta Tirk tu bandorê li me nake'

Jinên rêveber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kirin ku ruxmî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dê berxwedana xwe ji bo tunekirina terorê mezin bikin.

'Gefên dewleta Tirk tu bandorê li me nake'
10 sibat, 2021   03:47
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Bertek û nerazîbûnên gel li hemberî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Endamên rêveber ên Yekitiya Jinên Ciwan gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Dêrik û Şengalê şermezar kirin û piştrast kirin ku dewleta Tirk a dagirker tenê têkbirina destkeftiyên gelên herêmê armanc dike.

Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Çilaxa Sefa El-Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya ji bo tunekirina tecrubeya Rêveberiya Xweser a li herêmê, gefa dagirkirina Şengal û Dêrik li şêniyên herêmê dixwe. Sefa da xuyakirin ku pêkhateyên herêmê êdî baş komployên dewleta Tirk nas dikin û amade ne ji bo jiyaneke bi rûmet û azad, fedekariyan pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê yekitiyê Nexem Mihemed got ku li hemberî gefên dewleta Tirk dê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.

Her wiha Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Çilaxa Hediye Heyder îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe yên domdar li dijî herêmê armanc dike gelê Kurd û êzidiyên li Şengalê tune bike.

'SIYASETA DEWLETA TIRK DIYAR E'

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Girkê Legê Rîm Idrîs wiha axivî: “Planên dewleta Tirk ne nû ne, ji dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ve destpê kirin, ranewestî û dê tevahiya herêmê dagir bike. Êdî siyaseta wê ji hemûyan ve diyar e. Ew siyaseteke çewisandinê dimeşîne ku jinan dikuje û gelan qir dike.”

Endama Meclisa Gel a navçeya Erîşe ya kantona Hesekê Buşra El-Hisên gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze dîroka Osmaniyan a xwîndar vejîne. Wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em nahêlin ku ew bigihêje armanca xwe û em dê hewl bidin tevahiya planên wê têk bibin.”

`TENÊ DIXWAZE PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK TUNE BIKE`

Endama PYD`ê Delal Hisên ev nirxand kir: “Dewleta Tirk dewleteke faşîst e û bi rêya êriş û gefên xwe yên li dijî herêmê dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe, fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyan de belav bike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Zhu2uAGgtW0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>