Li Kobanê li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiya bi kon

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê-Herêma Firatê, bi armanca şeremzarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên kon li taxa Şehîd Egîd a bajarê Kobanê da destpêkirin.

Li Kobanê li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiya bi kon
Li Kobanê li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiya bi kon
Li Kobanê li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiya bi kon
Li Kobanê li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiya bi kon
9 sibat, 2021   16:45
KOBANÊ

Çalakiya kon duh bi daxuyaniyekê piştî meşa ciwanan a li Kobanê ya li dijî kompo û tecrîda li ser rêbertî û zextên li ser girtiyên siyasî hate ragihandin.

Çalakî îro bi durişma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komploya navneteweyî û faşîzmê têk bibin û azadiya rêber Apo misoger bikin..dem dema azadiyê.. teqez em bi bi serkevin" hate destpêkirin.

Endamên Meclisa Navçeya Qinê, Meclisa Malbatên Şehîdan, navenda Kongreya Star, nivîsgeha PYD'ê yên navçeya Qinê  û Şaredariya Bender çalakiya îro dewr girtin.

Ji rêveberên PYD'ê yên navçeya Qinê Şewket Mexarî axivî û got: "Pergalên desthilatdar û dagirker di serî de rejîma Erdogan dizane ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li ser pergalên wan xeter in, ji ber vê yekê komplo li dijî wî pêk anîne, texmîn kirin ku bi vê komployê wê dengê rastiyê veşêrin."

Tevgera Xwendekarên Demorkatîk a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê rakirina serokê Zanîngeha Bogaziçiyê ya li Stenbolê û erkedarkirina qeyûmekî girêdayî Erdogan li şûna wî şermezar kir.

Endamê rêveber ê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Firatê Rêzan Hemê bi beşdarbûna bi dehan xwendekaran daxuyanî li pêşiya konê çalakiyê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rejîma Tirk a faşîst ji bo siyasetên xwe yên faşîzm biparêze, serokê zanîngeha Bogaziçiyê rakir û keskî din li şûna wî erkedar kir da ku siyasetên Erdogan ên pêkanîna şerê taybet li dijî xwendekaran bimeşîne, hemû jî dizanîn ku eleqeya wî bi zanîngehan tîneye. Lê bi vê yekê nikarin îradeya xwendekarên zanîngehê têk bibin, berovajî vê yekê xwendekar li hemberî faşîzmê serî rakir û li dijî zext û zilma desthilatdariya Tirkiyê li ber xwe didin.

 Em bang li hemû xwendekaran dikin; deng bidin Zanîngeha Bogaziçiyê. Xwendekarên Bogaziçiyê jî li dijî pergala heyî divê têbikoşin û dengê xwe bigihînn hemû cîhanê. Em her car hazir in ku ji hêla manewî ve destekê bidin têkoşîna xwendekaran.''

Çalakiya kon dê 3 rojan dewam bike. Rojane ji aliyê komekê ve were bi rêvebirin.

ANHA