Li Qamişlo komxebata "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de"

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi navê "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de" komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist. Encamên komxebatê dê ji Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê were pêşkêşkirin.

Li Qamişlo komxebata "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de"
Li Qamişlo komxebata "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de"
Li Qamişlo komxebata "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de"
Li Qamişlo komxebata "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de"
Li Qamişlo komxebata "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de"
Li Qamişlo komxebata "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de"
9 sibat, 2021   16:23
QAMIŞLO

Bi armanca aktîvkirina beşdariya ciwanan di civakê de, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê komxebatek bi navê "Beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de" li nivîsgeha xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Ciwanên serbixwe, çalakvanên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat di bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre astengiyên ku li pêşiya beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de derdikevin mîna nepeydabûna derfetên kar, tunebûna rola wan di parlemantoyan de, her wiha tunebûna projeyên taybet ên ciwanan hatin nîqaşkirin.

Her wiha birayra 2250 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê ciwan, aştî û ewlehiyê de hate şîrovekirin.

Endama Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Heyfaa Mehmûd ji ANHA'yê re aixvî û diyar kir ku armanc ji vê komxebatê ew e ku balê bikşînin ser astengiyên ku li pêşiya beşdarbûna ciwanan di kar û barên giştî de, aktîvkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2250, a ku banga aktîvkirina rola ciwanan di kar û barên giştî û civakê de dike.

Heyfa Mehmûd got: "Em ê ji aliyê xwe ve hewl bidin ku dengê ciwanan bighînin Desteya Ciwan û Werzîşê da ku tedbîrên guncaw bigirin û biryara 2250 li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. "

ANHA