Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a Misirê banga tevlêbûna kampanuyaya komkirina îmzeyan kir

Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Misirê bang li hemû rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan û demokratên tevahî gelên cîhanê kir ku beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya rêber Ocalan kir.

Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a Misirê banga tevlêbûna kampanuyaya komkirina îmzeyan kir
9 sibat, 2021   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyê bi diruşmeya  "Azadiya Ocalan misogeriya biratiya gelan û aştiya herêmê ye" daxuyaniya kampanyayê weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan, demokratan kir ku beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan a ku ji bo azadiya rêbertî destpê kiriye, bibin.

Adrêsa kampnayayê ev e: https://www.ehamalat.com/Ar/sign_petitions.aspx?pid=1124

Komîteyê di daxuyaniyê de got: "Em di Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a Misirê de, azadiya Ocalan diparêzin, Ocalan fikir û rêxistinkirina têkoşîna gelên herêmê li dijî dagirkeriya Tirk pêşniyar dike. Kampanyaya navneteweyî ku ji bo azadiya wî hatin destpêkirin pir girîng in, em jî desteka wê dikin. Ji ber ku azadiya Ocalan daxwaza gelan e,  em bang li parêzvanên mafên mirovan, qanûn û demokrat, hemû welatparêzên ku jiyana demokratîk, biratiya gelan li herêmên me diparêzin bi taybet saziyên navneteweyî dikin, ji bo azadiya Ocalan destekê bidin."

ANHA