Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên Hesekê belav kir

Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Dibistanên kantona Hesekê pakêtên madeyên paqijiyê li hezar û 10 xwendarkî belav kir.

Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên Hesekê belav kir
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên Hesekê belav kir
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên Hesekê belav kir
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên Hesekê belav kir
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên Hesekê belav kir
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên Hesekê belav kir
9 sibat, 2021   15:21
HESEKÊ

Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê bi diruşmeya "Bi hev re ji bo xizmeta mirovahiya", pakêtên madeyên paqijiyê li xwendekarên dibistanên bajarê Hesekê belav kir.

Pakêt li xwendekarên dibistanên; Mehmûd Nayif, El-Qudis, El-Mûtesim, Rufeyda, Seîd Seido û Seyfudewla hatin belavkirin.

Endama Rêxistina Rojava ya Alîkar û Geşkirinê Ehmed Elî diyar kir ku armanca pêngavê, teşwîqkirina xwendekaran li ser parastina kesayetî ye. Her wiha bang li malbatên xwendekaran kir ku di warê paqijiyê de bi zarokên xwe eleqedar bibin, nemaze ku korona û nexweşiyên din ji ber paşguhkirina paqijiyê belav dibe.

Li gorî rêveberên rêxistinê, dê hezar paketên madeyên paqijiyê li dibistanên navçeyên Til Temir û Amûdê jî werin belavkirin.

ANHA