​​​​​​​'Azadiya rêber apo azadiya gelan e'

Li bajarê Qamişlo, bi  dirûşma ''Azadiya rêber Apo azadiya gelan e", du semîner hatin dayîn.

​​​​​​​'Azadiya rêber apo azadiya gelan e'
​​​​​​​'Azadiya rêber apo azadiya gelan e'
​​​​​​​'Azadiya rêber apo azadiya gelan e'
​​​​​​​'Azadiya rêber apo azadiya gelan e'
9 sibat, 2021   15:49
QAMIŞLO

Bi rasthatina 15`ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star bi dirûşma "Azadiya rêber Apo azadiya gelan e", 2 semîner li bajarê Qamişlo organize kirin.

Bi dehan şênî ji ciwan û temen mezin yên bajarê Qamişlo û endamên meclisa bajarê Qamişlo tev li semînerê bûbûn.

Semîner li hola Zana ya li taxa Kornîş ji aliyê rojnamevan Diyar Bohtî ve hat dayîn û semînera li hola Arta ya li taxa Qidurbek ji aliyê endamê PYD'ê Ronî Serhed ve hat dayîn.

Di Semînerê de rojnamevan Diyar Bohtî diyar kir ku gelê Rojhilata Navîn ji rewşa xwe ne razîbû, li hêviya rêberekî bû ku wan ji vî rewşê derîne, di vê pêvajoyê de hêzên serdest dîtin ku heta rêber Ocalan hebe ew ê nikaribin planên xwe li ser gel pêk bînin. Bohtî wiha got: "Beriya ku rêber Abdullah Ocalan bigirin, bi gelek rêbazên din xwestin tevgera azadiyê tine bikin."

Bohtî destnîşan kir ku hêzên komplger bi her awayî di her qadê de piştgirî da dewleta Tirk da ku tevgera azadiyê tine bibe û wiha domand: " Piştî ku dîtin gel xwedî li fikir, proje û felesfeya rêber Ocalan derdikevin, gihaştin xalekê ku heta rêbertî di nava gel de be wê nikaribin li pêşiya projeya wî bigirin."

Her wiha di semînerê de endamê PYD'ê Ronî Serhed da zanîn ku hêzên komploger kurdên azad ên projeya demokratîk pêk tînin, naxwazin û wiha got: "Sedema yekemîn ev e ku fikir û felsefeya rêber Ocalan ne tenê ji bo kurdan e, lê belê  ji bo hemû neteweyan e. Îro roj ev fikir gelek kesan ditirsîne."

Serhed diyar kir ku tiştê wan li bin dixin neteweye û wiha domand: "Divê em nebêjin ev pêkhate ne ji me ne, ji ber ku nepêkanîna fikirê neteweya demokratîk xizmeta dijminê me dike, ji ber vê yekê divê em fikirê neteweya demokratîk bi pêş bixin û serokê xwe rizgar bikin, hêza me heye. Erê rêber Ocalan dîl girtiye û ne di nava me de ye lê fikir û felsefeya wî bi me re ye."

Piştî axaftinan li her du semîneran sînevzyon li ser komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin.

(sb)

ANHA