​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin

Li gelek navendan têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hate lidarxistin û hate gotin: "Armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan astengkirina çareserkirina pirsgirêka kurdî û kûrkirina alozyia Rojhilata Navîn e."

​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Li gelek bajaran têkildarî komploya 15'ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin
9 sibat, 2021   15:16
NAVENAD NÛÇEYAN

Li gelek navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistina û banga azadiya rêbertî hate kirin.

HELEB

Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxê civîneke girseyî li dar xist. Civîn li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin, hola civînê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemildanin.

Civîn bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Desteya Rêveber a PYD'ê Hediya Yûsif axivî, Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, hewl dan di kesayeta rêbertî de gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk bikin hedef, lê îro gelên cîhanê ji bo rakirina tecrîdê kampanya da destpêkirin.

Hediya Yûsif destnîşan kir ku dagirkerên Kurdistanê xwestin konsepeta qirkirina gelê Kurd bidomînin, lê rêbertî gel ji zilm û pergalên despotî rizgar kir, ji ber vê yekê ev komplo li dijî wî pêk anîn.

Hediya Yûsif axaftina xwe wiha domand: "Rêbertî bi ramanê xwe şoreşek nûjen birêxistin kir, tecrûbeyên hemû fermandarên şoreşên berê kom bûn. Armanca ji komploya 15'ê Sibatê astengkirina çareserkirina pirsgirêka kurdî û kûrkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn."

Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Hediya Yûsif wiha dawî li gotinên xwe anî: "Şoreşa bi pêşengtiya jin û ciwanan wê neşkê, civaka ku xeta rêbertî esas girtiye wê tu dewlet nikaribe wê rake."

Di dawiya civînê de sînivîzyoneke li ser têkoşîna rêbertî hate pêşandan.

ÇILAXA

Bi heman boneyê, Meclisa Navçeya Çilaxa civînek bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê li navenda Çand û Hunerê li dar xist. Di civînê de hevserokê Meclisa Giştî ya TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axivî û got, komploya li dijî rêbertî ne tenê li dijî wî  wekî kesayet bû, lê belê aramc jê ew bû ku tevahî gelên azadixwaz bike harmanc.

Hiso destnîşan kir ku fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan li cîhanê belav bû, analîzên wî li pirtûkxaneyên cîhanê belav bûne û gelek fîlozof û rewşenbîrên cîhanê ramanê wî pejirandine.

Di civînê de sînivîzyoneke li ser komploya 15'ê Sibatê hate pêşandan.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêşangehek wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li qada Şehîda Xebat Dêrik a navçeyê vekir.

Pêşangeh dê 3 rojan dewam bike.

EYN ÎSA

Meclisa kantona Girê Spî civîneke girseyî li gundê Xirbet Hedle yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê li dar xist, tê de bi dehan şêniyên gund û gundên Horan û Samiriyê amade bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzigirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa PYD’yê ya kantona Girê spî Bêrîvan Îsmaîl bi kurtayî li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Rêbertî ji ber zilmê desthilatên dîktator li dijî gelê wî, Tevgera Rizgariya Kurdistanê damezrand."

Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku fikira Abdullah Ocalan, bêyî cudahiya di navbera Kurd û Ereb an jî Êzidî û Çerkesî,  ji bo xizmeta tevahî gelên herêmê bû.

Têkildarî mijarê, cîgirê hevserokatiya Meclisa kantona Girê Spî Hezai Mihemed diyar kir ku dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ji hêla dewletên ku ji fikirên wî ditirsîn, pêk hat.

Mihemed wiha domand: "Dewleta Tirk texmîn dike ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re fikirên wî jî dîl girtine. Lê belê texmîna wê çewt e, ji ber hevrêyên wî xeta wê temam kirin û nimûneya herî berbiçav jî ew e ku gelên herêmê bi sedema fikirên rêbertî yên ronak bi pêş ketin."

Li aliyekî din jî endama Kongreya Star a kantona Girê Spî Maya Elî pişrast kir ku fikirên rêber Abdullah Ocalan jin rizgar kir û hişt ku roleke pêşeng di tevahî aliyên siyasî, leşkerî û xizmetguzariyê de bilîze. Ew jî piştî ku pergalên dîktator û mêrdestiyê ew paşguh kiribûn, derket.

Tê payîn ku Meclisa kantona Girê Spî, civînên mîna vê, li gundê Heba yê girêdayî Silûkê, li navenda navçeya Eyn Îsa, kampa koçberên Girê Spî û bejarokê Hîşe li dar bixe. Ji wê zêdetir jî dê du civînan li navçeya Curn li gundên Bexdîk û Ebû Heyê li dar bixe. Her wiha tê payîn ku Meclisa kantona Girê Spî di 15’ê vê mehê de xwepêşandaneke girseyî li navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya di 1999’an de li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, li dar bixe.

HESEKÊ

Li gundê Rîhaniyê yê girêdayî bajarokê Um Medfai yê bajarê Hesekê ji aliyê Kongrya Star ve semînerek hate dayîn.

Semîner li Dibistana Barîn Kobanê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên gund dayîn.

Piştî deqeya rêzgiritin a bîranîna şehîdan, endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Hesekê Evîn Paşo axivî û got: "Armanca girtina rêber Abdullah Ocalan, şikandina îradeya gelên azadîxwaz û rêgirtina li ber belavbûna ramanê wî bû."

Evîn Paşo diyar kir ku rêbertî ji komployê re teslîm nebû, lê belê bi hemû îradeya xwe ji bo azadiya gelên bindest têkoşîna xwe didomîne.

Evîn Paşo her wiha  banga geşkirina têkoşînê li hemberî komploya navneteweyî kir û got: "Divê hemû jinên cîhanê li derdora rêbertî kom bibin û têkoşîna li hemberî komployê geş bikin."

ŞEDADÊ

Nivîsgeha PYD’ê li navenda partiyê ya Şedadê semînerek organize kir. Endamê rêveber ê PYD’ê Mihêdî Dixêm li ser çawaniya girtina rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî axivî û da zanîn ku ew komplo ji bo binketina projeya demokratîk a ku Ocalan ragihandiye pêk hat.

Dixêm eşkere kir ku komplo bi bin ket û wiha pê de çû: "Ji ber em îro bi saya fikirê rêber Ocalan dijîn û projeya ku wî dest pê kiriye ava dikin, em ê rojane banga rakirina tecrîda li dijî rêbertî bikin û dê têkoşîna xwe heta pêkanîna projeya demokratîk li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bikin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a Şedadê Rehef Elî wiha destnîşan kir: "Ji tecrîda li dijî rêbertî diyar dibe ku projeya rêber Abdullah Ocalan bi ser ketiye û ji fikir û felsefeya rêbertî ditirsin."

Rehef Elî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em tevgera jina îro li ser fikir û gotinên rêber Ocalan dixebitin, em ê bibin bingeh û stûnên berxwedan û têkoşînê heta projeya demokratîk li herêmê pêk tê û dê berxwedana xwe heta rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bilind bikin."

Piştî semîner hate dayîn diruşme hatin avêtin.

ANHA