Artêşa Tirk li gundewarê Minbicê dewriyeya Rûsya kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qîrat yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê gundê Catê û dewriyeya Rûsya kir hedef.

Artêşa Tirk li gundewarê Minbicê dewriyeya Rûsya kir hedef
9 sibat, 2021   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek nivîkî weşand û ev agahî da: "Artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê gundê Catê bi hawnan dan ber topbaran. Di heman demê de dewriyeya Rûsya ku li nuqteyeke hêzên hikumeta Sûriyê bû, bi çekên navînî kir hedef."

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewriyeya Rûsya li gel hejmarek efser û berpirsyarên Rûs ji bo şopandina rewşa li xeta Çemê Sacûrê  hate meşandin.

Di daxuyaniyê de derbarê ziyanên topbaranê de tu agahî nehatin dayîn.

ANHA