Şêniyên Şengalê ev 70 roj in çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo xwdîderketina Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, 70 roj in bi biryardarî didome.

Şêniyên Şengalê ev 70 roj in çalakiya xwe didomînin
9 sibat, 2021   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 70`emîn de didome. Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Şêniyên Şengalê gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersiveke erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew çalakiyên xwe ranawestînin.