Cîhan Xidro: Koodînasyona Jinan bû lêvegera jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de

Cîhan Xidro got, erêkirina pêşniyara ku Koodînasyona Jinan bibe beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke erênî ye û destnîşan kir ku koordînasyon lêvegera sereke ya çareserkirina pirsgirkên jinên di saziyên rêveberiyê de dexebitin e.

Cîhan Xidro: Koodînasyona Jinan bû lêvegera jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de
9 sibat, 2021   09:00
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 5`ê Sibatê de bi beşdariya nûnerên meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 33`yan li dar xist.

Di civînê de beşdaran biryar da ku Koodînasyona Jinan bibe beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro diyar kir ku di 5`ê Sibata 2021`ê de û di civîna Meclisa Giştî de ya bi meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  re Koodînasyona Jinan wekî beşek ji Meclisa Giştî hate erêkirin.

Cîhan Xidro da zanîn ku ev yek li ser pêşniyara Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî encamên civîna salane ya Koodînasyona Jinan a Rêveberiyê ya ku di 17`ê Çileya derbasbûyî de li dar ketibû, pêk hatiye.

Cîhan Xidro di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku ev koodînasyon lêvegereke sereke ye û aliyê rêxistinî û rêveberiyê ye ku pirsgirêkên jinên di hemû nivîsgeh, deste û komîteyên Rêveberiya Xweser de çareser dike û wiha gotina xwe dewam kir: "Li ser vê bingehê endamên jin ên hemû sazûmaniya Rêveberiya Xweser dê werin perwerdekirin."

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro got, xebata jinan dê li gorî siyaseta giştî ya jinan û siyaseta giştî ya Rêveberiya Xweser be û li ser bingeha hevpeymana civakî be.

Her wiha Cîhan Xidro diyar kir ku dê komîteyeke taybet ji bo amadekirina reşnivîsa Koodînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser were avakirin da ku koodînasyonê pênase bike û armanc, erk û rêgezên wê diyar bike.

Cîhan Xidro bal kişand ser girîngiya vê gavê û wiha berdewam kir: "Me dît ku erêkirina vê pêşniyarê girîng e. Ji ber ku gelek pirsgirêk û astengî li pêşiya jinên di Rêveberiya Xweser de derdikevin. Mafê Desteya Jinan e ku pirsgirêk û astengiyên di Meclisa Qanûnsaz, rêveber û edaletê çareser bike û Desteya Jinan desteyeke fermî ya Rêveberiya Xweser e."

Cîhan Xidro wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi erêkirina ku Koodînasyona Jinan bibe beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser re, dê koodînasyon di Rêveberiya Xweser de bibe xwedî mafên berfireh ên biryar û plansaziyên xebateke berfireh ên têkildarî jinan."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H4JlFFdtNzQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>