Blinken piştgiriya biryara Trump a îtîrafa bi serdestiya Îsraîlê li ser Colanê, nekir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken piştgiriya biryara rêveberiya Trump a der barê îtîrafkirina serdestiya Îsraîlê li ser Colanê, nekir.

Blinken piştgiriya biryara Trump a îtîrafa bi serdestiya Îsraîlê li ser Colanê, nekir
9 sibat, 2021   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Anthony Blinken ji tora CNN`ê re axivî û got: “Bawerim ku Îsraîl di vê rewşê de Colanê kontrol bike, ji bo ewlehiya wê gelek girîng e. Hikumeta Başar El-Esed û komên çekdar ên ku Îran desteka wan dike li ser ewlehiya Îsraîlê gelek xetere ye.”

Serokê Amerîkayê yê niha û tîma pê re, got ku ew dê careke din têkiliyên bi Filistinê re deyne piştî ku Turmp qut kiribûn. Dê alîkariyê berdewam bike û ew girtekên yekalî ji bo avakirina wargehên Îsraîlê li ser axa dagirkirî red dikin.

 (şx)