SOHR: Çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê vedigerin û amadekariyên şandina beşeke din tên kir

SOHR`ê bi bîr xist ku beşeke din a çeteyên Sûriyê yên alîgirên dewleta Tirk ku li Lîbyayê ne, dê vegerin Sûriyê û li şûna wan dê beşeke din biçe Lîbyayê.

SOHR: Çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê vedigerin û amadekariyên şandina beşeke din tên kir
8 sibat, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihand ku tê payîn beşek ji çeteyên Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji Lîbyayê vegirin Tirkiyê û piştre biçin Sûriyê. Li gorî SOHR`ê hejmara çeteya 140 e.

Her wiha diyar kir ku amadekariyên beşeke din bi heman hejmarî tê kirin ku bi rêya Tirkiyê biçin Lîbyayê.

‘LIHEVKIRINA LÎBYAYÊ PÊK NEHAT’

SOHR`ê wiha da zanîn: “Ji vê yekê xuya dibe ku daxwazên hêzên navneteweyî û bendên lihevkirina Lîbyayê ku hêzên biyanî ji Lîbyayê vekişin, pêk nehatin.”

Dewleta Tirk a dagirker leşkerkirina çeteyan li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, didomîne da ku wan bişîne Lîbyayê û gelek herêmên din ên ku mudaxeleyî wê kirine ji bo ku timayên xwe pêk bîne û berhemên wê kontrol bike.

SOHR`ê destnîşan kir ku leşkerkirina çeteyan li Idlibê, gundewarên bakurê Helebê û Efrîna dagirkirî bi rêya simsaran pêk tê ku ciwanan bi meaşên 400 dolarî ku tenê dê avahiyan li Lîbyayê biparêzin, dixapînin.

Aliyên aloziya Lîbyayê di 23`yê Cotmeha 2020`an de li hev kiribû ku çete heta 3 mehan ji welêt derkevin. Ev dem di 3`yê Çileyê de xilas bû lê çete derneketine.

(şx)