Komîteya Şaredariyan li Dêrazorê dest bi projeyên nû kir

Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê dest bi kişandina projeya kanalîzasyonê li gundê Hîmar El-Elî kir.

Komîteya Şaredariyan li Dêrazorê dest bi projeyên nû kir
8 sibat, 2021   11:24
DÊRAZOR

Ev proje di çarçoveya pêşxistina xebatên xizmetguzariyê de tê meşandin, bi taybet li wan gundên ku kanalîzasyon lê tune ne.  

Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê di destpêka vê mehê de dest bi xebata kanalîzasyonê kir.  Li gorî plana xebatê dirêjahiya xeta kanalîzasyonê 550 metre ye û ji bo 400 malan e.

/ar/uploads/files/2021/02/08/080937_unnamed-28229.webp

Endamê rêveberiya nivîsgeha xizmetguzariyê Umer El-Hiweydî destnîşan kir ku di gund de gelek çirav çêdibin, ji ber wê yekê ava qirêjî tev li ava vexwarinê dibû.

Her wiha El-Hiweydî da zanîn ku ev xebat di çarçoveya rêzeprojeyên xebatên xizmetguzariyê de dest pê kiriye û dê rê û xetên ava vexwarinê jî werin çêkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/74FMqteuzzU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>