Hêzên hikumeta Şamê ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li Çiyayê Zawiye û Sehil Xab kir. Li aliyekî din baregeha Firqeya Çaremîn a li Derayê rastî êrişekê hat.

Hêzên hikumeta Şamê ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin
8 sibat, 2021   10:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev hêzên hikumeta Şamê li gel firîna balafirên keşfê, herêmên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Fitîra, Kansafra, Sifuhin, Filêfil ên li gundewarên başûrê Idlibê û herêmên din li derdora Qilêdîn li Sehil Xabê ya li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin. Lê tu agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh bi şev ragihand ku di encama hedefgirtin û sûîqastkirinê de li eniyên gundewarên Laziqiye û Fitîra yên li Idlibê de, efserekî Tirk û endamekî hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Li aliyekî din, hinek çekdarên nenas, piştî nîvê şeva yekşemê, êriş birin ser baregeheke Firqeya Çaremîn a hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Nehc ê rojavayê Derayê. Di encamê de 5 endamên firqeyê ku hemû berê endamên komên çekdar bûn û bi hikumeta Şamê re li hev hatin, birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR`ê hejmara êriş û hewldanên kuştinê yên ku li Derayê ji dema navbera Hezîrana 2019`an û heta îro pêk hatine gihaşt 899 êriş û hewldanên kuştinê. Her wiha bi bîr xist ku di encama wan êrişan de 593 kes hatine kuştin.

(şx)