Ji ber erkdarkirina serokên 11 zanîngehan li Tirkiyê xwepêşendan li dar ketin

Piştî ku Erdogan 11 serokên nû yên zanîngehan erkdar kirin, nerazîbûna xwendekar û akademîsyenan zêde bû. Li aliyekî din xwepêşendana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî berdewam e.

Ji ber erkdarkirina serokên 11 zanîngehan li Tirkiyê xwepêşendan li dar ketin
8 sibat, 2021   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan destpêka vê hefteyê biryarek da û li gorî wê 11 serokên nû (rektor) ji bo hinek zanîngehan erkdar kirin. Li aliyekî din xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li dijî biryara erkdarkirina Melîh Bulu wek serokê zanîngehê ku endamê AKP`ê ye, derketin û xwepêşendan li dar dixin.

Akademîsyen Ferhat Kentel ji El-Erebiye Net re axivî û got: “Serokê Tirk naxwaze nîşaneyên zeîfbûna wî xuya bibin, ji ber wê serokên gelek zanîngehan guherandin da ku ji alîgirên xwe re diyar bike ku ew dewletê bi rê ve dibe.”

Kentel piştrast kir ku Erdogan dest daniye ser saziyên perwerdeyê, lewma jî xwendekar û mamost bi hêrs in, ji ber wê xwepêşandanan li dar dixin û banga azadiya fikrî û akademîk dikin.

(şx)