Evîn Paşo: Biratiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komploya navneteweyî têk bir

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo daxuyand ku pêkanîna projeya neteweya demokratîk a li gorî fikirên rêber Abdullah Ocalan, bersivdayîna herî mezin a li dijî komployê ye.

Evîn Paşo: Biratiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komploya navneteweyî têk bir
7 sibat, 2021   13:17
HESEKÊ

Kamploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat û gelê herêmê wê rojê bi “roja reş” bi nav dike, dikeve sala xwe ya 23`yemîn.

Komployê di 9`ê Cotmeha 1998`an de bi beşdariya gelek dewletan dest pê kir û armanc jê têkbirina doza kurdî û tunekirina hebûna Kurdan û tevgera wan a rizgariyê bû.

Ji bo şermezarkirina komployê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cihêreng tên lidarxistin. Îro li bajarê Hesekê bi dirûşma “Azadiya Rêbertî çareseriya hemû aloziyên gelan e”, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan û komploya li dijî wî li dar xist.

Bi dehan endamên navend û saziyên sivîl, endamê rêveberiya PYD`ê şaxê Hesekê Xeyrî Amûdê û endama Koordînasyona Kongreya Star a Hesekê Evîn Paşo beşdarî semînera li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê bûn.

Semîner ji aliyê Evîn Paşo ve hate birêvebirin. Evîn di semînerê de behsa qonaxên jiiyana rêber Abdullah Ocalan ji zarokatiyê de û heta roja ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye dîlgirtin û radestî hikumeta Tirkiyê hatiye kirin, kir.

Evîn daxuyand ku dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi berxwedanê dagirtî ye û got: “Ragihandina tevgera rizgariya Kurdistanê ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve, ji bo me wekî berbangeke nû bû.”

Evîn Paşo daxuyand ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, ji bo tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê û qutkirina gelên ku bi fikirên rêber Ocalan bawer dikirin, bû.

Evîn wiha lê zêde kir: “Me karîbû komploya 15`ê Sibatê ji cewherê wê derxista û girêdana gel bi fikirên rêber Ocalan re zêde bû. Biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn nimûne ye.”

Evîn Paşo wiha dewam kir: “Bi rêya pêkanîna projeya neteweya demokratîk li herêmê, rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistanekê ku tê de neteweya demokratîk tê dayîn. Ev bersivdayîna herî mezin ji bo komployê ye.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Hesekê Evîn Paşo soza berdewamkirina têkoşînê heta rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan da.

Piştre sînevizyonek li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser hatiye ferzkirin, hate pêşandan. Semîner bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fNa0nZ2r8F0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>