Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê revandina sivîlan didomînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 sivîl ji kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê revandina sivîlan didomînin
7 sibat, 2021   13:18
ŞEHBA

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî ragihandine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Rohat (37) dema ku ji bo kirîna pêdiviyên werşeya dirûnê ji bajarê Efrînê diçû Ezazê, revand.

Çavkanî diyar kir ku kesê ku hatiye revandin karê dirûnê dike û ji gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî ye.

Hinek çavkaniyên din diyar kir ku çeteyên bi navê "Lîwaya Semerqend" ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, 4’ê vê mehê 5 ciwan ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku navên kesên hatine revandin wiha ne; Ehmed Hesen Mamed, Hesen Hesen Has, Murad Seydo Xilo, Ebdo Mihemed Ebdo Mecîd û Mihemed Xelîl Murad.

Heta niha çarenûsa 6 kesên hatine revandin û cihê ku ew birinê, ne diyar e.

ANHA