YRK: Hemze Rojhilat şoreşgerekî fedekar û wêrek bû

YRK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya gerîla Hemze Rojhilat ku di 7`ê Çileyê de şehîd bûye, eşkere kir.

YRK: Hemze Rojhilat şoreşgerekî fedekar û wêrek bû
5 sibat, 2021   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir.

YRK’ê li ser nasnameya şehîd ev agahî parve kir;

“Di 7’ê Çileya 2021’an de hevalê me Hemze Rojhilat dema li ser erka xwe ya şoregşerî bû, di encama bûyerekê de şehîd bû. Em destpêkê sersaxî ji malbat, hemû gelê welatprêz re dixwazin.

Heval Hemze ji nav malbateke welatparêz de çavên xwe li dinyayê vekiriye. Ji zarokatiyê ve di nava malbateke welatparêz de rabûye. Heval Hemze Rojhilat, weke ciwanek Rojhilat bi ruhê welatparêziyê tev li nava refên gerîla bû. Di jiyana xwe ya şoreşgerî di nava rêhevalên xwe de weke kesayeteke fedekar û wêrek dihat nasîn. Bi ruhê xwe yê ciwan çi erka diket ser milê wî pêk dianî. Di nava hevalên xwe de weke mînaka fedekarî û hevaltiyê bû. Em weke rêhevalên wî yên têkoşer soza xwe ya ji bo hemû şehîdan dubare dikin, heta dawiyê em ê rêya wan bişopînin. Heya dilopek xwîna me mabe, em ê ji bo azadiya welatê xwe û tola şehîdan têkoşînê bikin.”

(cx)