'Divê hikumeta Başûr ji bo çapemeniya kurdî ya azad bingehekî deyne'

Rojnamevanan diyar kirin ku helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya têkildarî daxwaznameya vekirina buroya Ronahî TV li Hewlêrê bi qanûnên çapemeniya azad re yên li Başûr bi nakok e û gotin, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê vekirina kanala Ronahî erê bike, da ku karê xwe bi awayekî azad li ser erdekî kurd bike.

'Divê hikumeta Başûr ji bo çapemeniya kurdî ya azad bingehekî deyne'
5 sibat, 2021   08:10
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Rêveberiya Ronahî TV di destpêka Cotmeha 2020`an de daxwaznameyeke fermî û li gorî pirensîb û qanûnên ragihandinê ji aliyên peywendîdar ên hikûmeta Başûrê Kurdistanê re şand, tê de daxwaz kir ku buroyeke Ronahî TV li paytexta herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê were vekirin. Lê hikumeta Başûrê Kurdistanê bi bihaneya ku Komîteya Peywendîdar ji ber vîrusa koronayê ne civiyaye hîn bersiva daxwaznameyê nedayê. Li hemberî vê nêzîkatiyê rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên xwe nîşan dan.

Ronahî TV di daxuyaniyekê de ku roja çarşema derbasbûyî dabû de ev helwest bi binpêkirina mafê azadiya ragihandinê û pêkanîna fişarê li ser dezgehên ragihandinê bi navkir.  Her wiha bang li aliyên peywendîdar di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de kir ku vê helwesta xwe biguherîne, daxwazê erê bike da ku azadiya ragihandinê li wê herêmê misoger bibe.

ꞌASTENGIYÊN HEYÎ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ BIN PÊ DIKE'

Girêdayî mijarê, nûçegihana Aryan TV Evîn Îbrahîm diyar kir ku helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya têkildarî daxwaznameya vekirina buroya Ronahî TV li Hewlêrê bi qanûnên çapemeniya azad re yên li Başûrê Kurdistanê bi nakok e û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ew dibêjin ku derfetê didin dezgehên çapemeniyê da ku li gorî şertên çapemeniya azad karên xwe li herêmê bikin, lê astengiyên ku ji karê Ronahî TV re derxistine rastiya vê yekê eşkere dike.''

Evîn Îbraghîm wiha domand: "Ev yek di demekê de pêk tê ku bi sedan dezgehên çapemeniyê li herêma Başûrê Kurdistanê, bi taybet li bajarên Dihok û Hewlêrê dezgehên ku dijbertiya kurdan dikin, di nav de kanalên dewleta Tirk hene. "

Evîn Îbrahîm bal kişand ser xebata azad a rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û wiha pê de çû: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek nûçegihan û dezgehên çapemeniyê kar dikin, tevî fikir û nêrînên wan cûda ne, lê bêyî tu astengî karê xwe dikin, kanalên girêdayî hikumeta Başûrê Kurdistanê jî hene.''

Evîn Îbrahîm da zanîn ku tu sedem ji vê helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê tuneyê, ji bilî ku dizane ku Ronahî TV dengê şoreşa rasteqîn e, bi taybet şoreşa Rojava ye, her wiha ditirese ku kiryarên wê yên derexlaqî yên li dijî şêniyên Başûrê Kurdistanê derxîne. Evîn got: "Bi nêrîna min hikumeta Başûrê Kurdistanê derfet bide Ronahî TV da ku karê xwe li herêmê bike."

Evîn Îbrahîm di dawiyê de helweta hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha bang kir: "Em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku di zûtirîn demê de bersiva daxwaznameya Ronahî TV bide û rê bide bi azad xebata xwe li Hewlêrê bimeşîne''.

ꞌDIVÊ HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RÊGEZEKÎ JI ÇAPEMENIYA KURDÎ YA AZAD RE DEYNEꞌ

Rojnamevan û pêşkêşvanê nûçeyan di Rojava TV Şiyar Tîrêj diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema ku hatiye avakirin ve, derfet da hemû dezgehên çapemeniyê heger kurdî be, an erebî be yan jî biyanî be da ku li herêmên rêveberiyê bi azadî û bê astengî tev bigerin.

Tîrêj axaftina xwe wiha dewam kir: "Helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya der barê astengkirina damezrandina çapemeniyeke azad  li Başûrê Kurdistanê cihê mixabiniyê ye û ev ne tenê ji bo daxwaza vekirina Ronahî TV derbasdar e, lê belê rê nade gelek dezgehên çapemeniyê ku karên xwe li Hewlêrê û Dihokê bikin, ji wan ART TV."

Şiyar Tîrêj di dawiya gotina xwe de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku pîvanekî ji çapemeniya kurdî ya azad re mîna ya ku li Rojava tê meşandin deyne anku û wiha axaftina xwe bi dawî kir: " Navendên Ronahî TV li gelek dewletên herêmî, Ereb û Ewropa hene û mafê wê heye ku karê xwe yê çapemeniyê li herêma Başûr jî bike, ji lew re divê hikumeta Başûrê Kurdistanê vekirina kanala Ronahî erê bike, da ku karê xwe bi awayekî azad li ser erdekî kurd bike."

(eh)

ANHA