Rojnameyên erebî: El-Esed beriya hilbijartinan rejîma xwe komî ser hev dike

Rojnameyên erebî yên îro besha rewşa Sûriyê û nêzîkbûna dema hilbijartinên serokatiyê, têkiliyên Washington-Enqereyê û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: El-Esed beriya hilbijartinan rejîma xwe komî ser hev dike
5 sibat, 2021   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-ESED HEWL DIDE BERIYA HILBIJARTINAN TEVLIHEVIYA DI NAVA REJÎMA XWE DE BI DAWÎ BIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku hikumeta Şamê ji bo pêkanîna hilbijartinan rastî astengiyên mezin tê, yek ji wan astengiyan kêmbûna alîgirên wê li parêzgeh û bajarên di bin serweriya wê de ya ji ber rewşa jiyanî ya xirab e. Li gorî rojnameyê, tê payîn ku li gorî sala 2014`an li herêmên serweriya rejîmê gelek kes beşdarî hilbijartinan nebin.

Rojnameyê wiha got: “Tenê çend meh ji bo hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê mane. Tevî wê yekê jî heta niha tu kesî û di nav Beşar El-Esed xwe ji bo peywirê hilnebijartiye. Diyar e ku armanca vê derengmayînê, rastkirina rewşa hundirîn a tevlihev e.”

Muxalîfên Sûriyê dibînin ku helbet dê El-Esed xwe hilbijêre û tê payîn ku vê yekê di meha bê de bike. Her wiha amadekariyên Rûsya-Sûriyê hene ku serkeftinê pêk bînin.

Li gorî sala 2004`an ku El-Esed tê de bi ser ketibû, hilbijartinên ku tê payîn di nîvê 2021`an de çêbin di mercên ne ji rêzê de pêk tên.

Ev hilbijartinên li gorî destûra 2012`an pêk tên, ji bo serokê Sûriyê pir girîng in da ku “rewabûna” xwe nû bike, tevî daxuyaniyên hêzên navneteweyî yên dijberî wî.”

‘DESTPÊKEKE ‘XIRAB’ A TÊKILIYÊN DI NAVBERA TIRKIYE Û AMERÎKAYÊ DE’

Rojnameya Şereq El-Ewsat jî behsa têkiliyên di navbera Washington û Enqereyê de kir û wiha nivîsî: “Duh diyar bû ku destpêka têkiliyên dewleta Tirk bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re, ‘destpêkeke xirab’ e, piştî ku Enqereyê Washington tawanbar kir ku li piştî hewldana darbeyê ya 2016`an e. Tawanên Enqereyê piştî raporeke Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya meha borî ku tê de gotibû Tirkiyê qaîdeyeke ji bo komkirina pereyan ji rêxistina DAIŞ`ê, pêk hat.”

Wezîrê karên hundir Suleyman Soylu duh gotibû ku Washington li pişt hewldana derbeye ye ku Enqere Fethullah Gulen ji berpirsyar dibîne.

Li aliyekî din Enqere hewl dide têkiliyên bi Washingtonê re ku piştî ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê ji ber kirîna sîstema moşekên rûsî xirab bûbûn, baş bike.”

‘LUBNAN... HIZBULLAH BI KUŞTINA LUQMAN SELÎM TÊ TAWANBARKIRIN’

Rojnameya El-Beyan têkildarî kar û barên Lubnanê behsa kuştina çalakvanê siyasî yê lubnanî kir û wiha nivîsî: “Duh, welatiyên Lubnanê li ser agahiya kuştina çalakvan Luqman Selîm şiyar bûn ku her tim di hedefa rexneyên alîgirên Hizbullahê de bû.”

(cx)