'Komploya Navneteweyî li dijî hemû gelên berxwedêr bû'

Endama Kongreya Star Selwa Ehmed diyar kir ku Komploya Navneteweyî ne tenê li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan an gelê Kurd bû, lê belê li dijî tevahî gelan bû ku li hember faşîzma dewleta Tirk tê dikoşin.

'Komploya Navneteweyî li dijî hemû gelên berxwedêr bû'
4 sibat, 2021   13:25
HESEKÊ

Kongreya Star di nav rêzçalakiyên xwe yên li navçeyên kantona Hesekê de, semînerek der barê Komploya Navneteweyî ya li diji rêber Abdullah Ocalan a li bajarokê Til Tewîl ê girêdayî bajarê Hesekê de li dar xist.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Selwa Ehmed bi beşdarbûna bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl li bajarok semîner da û got: "Komploya li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelên azadîxwaz armanc dike.”

Selwa Ehmed diyar kir ku komplo ne tenê li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan an gelê Kurd bû, lê belê li dijî tevahî gelan bû li hember zîhniyeta dewleta Tirk a dagirker tê dikoşin.

Her wiha Selwa da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe tu carî zor û zilm qebûl nekir.

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cYcc4VL-J6U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>