Ciwanên PYD’ê: Em girêdayî fikir û felsefeya rêber Ocalan in

Ciwanên PYD`ê yên herêma Firatê bi daxuyaniyekê bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, bi berpirsyarên xwe rabin.

Ciwanên PYD’ê: Em girêdayî fikir û felsefeya rêber Ocalan in
4 sibat, 2021   13:19
KOBANÊ

Daxuyaniya ciwanan bi nêzîkbûna salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tê ku di 9`ê Cotemah 1998`an de ji aliyê gelek dewletan ve dest pê kir û di 15`ê Sibata 1999`an de rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin.

Endama Meclisa Ciwanan a PYD`ê şaxê herêma Firatê Nisrîn Misko li pêşiya avahiya Klûba Berxwedan a girêdayî meclisê ya li bajarê Kobanê daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Piştî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî, dewleta Tirk hemû binpêkirinan li dijî girtiyan û rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, tecrîdeke girankirî li ser Rêbertî ferz kiriye û nahêle ku parêzer û malbat wî bibînin. Bi wê yekê armanc dike ku têkiliya di navbera rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd de qut bike û şoreşa gelê Kurd di şexsê Rêbertî de têk bibe.

Ji bo wê yekê, wekî ciwanên PYD`ê em ê li dijî siyaseta li ser rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd, têkoşînê bilind bikin û em ê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bin. Em bang li hemû partiyên kurdî dikin ku li hemberî dagirkerî û zordariyê, asta berxwedanê bilind bikin.”

Di daxuyaniyê de hemû hêzên ku beşdarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûne, hatin şermerzarkirin û bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî hate kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd ên di girtîgehên dewleta Tirk de bi berpirsyarên xwe rabin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan û berxwedana girtîgehan, bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6gr6g0ZK2Qs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>