Civîna Komîteya Leşkerî ya 5+5 dê li Sirteyê li dar bikeve

Îro li bajarê Sirte yê Lîbyayê bi armanca nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna encamên civîna Cinêvê û derketina çeteyan û hêzên biyanî ji lîbyayê, civîna duyemîn a Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5 li dar dikeve.

Civîna Komîteya Leşkerî ya 5+5 dê li Sirteyê li dar bikeve
4 sibat, 2021   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî lidarxistina civînên têkildarî hilbijartinên Lîbyayê li Cinevê, îro Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5 civîna xwe duyemîn bi armanc nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna encamên civîna Cinêvê û dosyaya derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji welêt, li dar dixe.

Di 3 rojên bê de dê odeya ewlekariyê ya hevbeş di nava serferberiyê de be, da ku civîna ku li wir li dar dikeve, biparêze.

Lihevkirina ku di 23`yê Cotmeha 2020`an de di navbera aliyên Lîbyayê de hatibû îmzekirin, li ser erdê pêk nehat, ji ber wê artêşa Lîbyayê dewleta Tirk tawanbar kir ku ew pêkanîna lihevkirinê asteng dike. 

 (şx)