Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê kêm dibe

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 7 kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê kêm dibe
4 sibat, 2021   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, kesên bi vîrusa koroneyê ketine, 3 mêr û 4 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1
Til Temir: 1
Dêrik: 1
Reqa: 1
Tebqa: 1
Dêrazor: 2

Her wiha hate ragihandin ku 2 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 523 kes bi koronayê ketine, ji wan 296 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 218 kes jî baş bûne.

(dx)