Tevî hebûna Rûsan li ser rêya M4, dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mielek, Seyda, rêya M4 û derdorê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dike. Ev yek hemwextî hebûna karwanekî leşkerî yê Rûsya li ser rêya M4 pêk tê.

Tevî hebûna Rûsan li ser rêya M4, dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike
4 sibat, 2021   13:13
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Mielek, Seyda, rêya M4 û derdorê navçeya navçeya Eyn Îsayê, bi çekên giran topbaran dike.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran tevî ku karwanekî leşkerî yê Rûsyayê li ser rêya M4 jî, pêk tê û destnîşan kir ku karwanê Rûsya ji navçeyê derdiket.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0W_nhGpq5aE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>