’Deriyê Sêmalka ji aliyê rêveberiya Pêşxabûr ve hat girtin’

Gerînendeyê deriyê Sêmalka Baz Ehmed got deriyê sînor ji aliyê rêveberiya Pêşxabûr a li Başûrê Kurdistanê ve ji ber girtina hinek tedbîrên rêxistinî û rûtîn, hatiye girtin.

’Deriyê Sêmalka ji aliyê rêveberiya Pêşxabûr ve hat girtin’
4 sibat, 2021   12:18
 QAMIŞLO

Gerînendeyê Têkiliyan ê deriyê Sêmalka Baz Ehmed ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku rêveberiya deriyê Pêşxabûr ji ber pêkanîna tedbîrên rêxistinî û rûtîn ji bo çend rojan, derî girt.

Rêveberiya Sêmalkayê duh bi şev belavokek belav kir û tê de ragihand ku deriyê sînor dê ji roja pêncşemê ve heta demeke nediyar were girtin.

Rêveberiyê wiha da zanîn: “Rêveberiya deriyê Pêşxabûr a li Başûrê Kurdistanê derî ji 04.02.2021`an heta demeke ne diyar digire. Ji bo wê em hêvî dikin ku rêwî li gorî vê yekê tev bigerin heta ku biryareke din der barê ji nû ve destpêkirina tevgerê de dide.”

(şx)

ANHA