Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê dê dest bi projeyên stratejîk bike

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herîmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Mîdya Bozan destnîşan kir ku dê di 2021’an de li ser gelek projeyên stratejîk bixebitin û projeyên xizmetguzariyê yên ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûne, temam bikin.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê dê dest bi projeyên stratejîk bike
4 sibat, 2021   05:46
REQA-EHMED CUMA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18’ê Çileyê de li avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê civîna salane ya duyemîn li dar xist. Di cîvînê de li ser rewşa xizmetguzarî ya herêmê hat nîqaşkirin, jê destpêkirina projeyên mezin mîna sererastkirina pira Reqa ya nû, temamkirina avakirina parzûna qîrê û gihandina avê ji Minbic û Hesekê re.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê Mîdya Bozan behsa astengiyên li hemberî desteyê kir û plana desteyê ya 2021’an eşkere kir.

 ‘ASTENGIYÊN XEBATÊ’

Mîdya wiha got: "Ji prisgirêkên mezin ên par, pandemiya vîrusa koronayê bû, ji ber wê xebatên xizmetguzariyê yên ku me dest pê kirine, rawestîn."

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser par biryareke da, ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê divê tevahî projeyên xizmetguzarî yên li herêmên Rêveberiya Xweser rawestin.

Mîdya Bozan da zanîn ku mijara zêdegavî û desteserkirina şêniyan milkên giştî li hemberî xebatên desteyê pirsgirêkeke mezin bû, ruxmî ku li ser şêniyan qedexe bû avahiyan lê bigirin.

Mîdya wiha domand: Me hewl dida avahîsaziya li herêmê li gorî teşeya vertîkal anku stûnî fireh bikin. Lê di sala bê de em ê warê avahîsazî li gorî teşeya asoyî (horîzantal) ava bikin. Em ê plansaziyek ji tevahiya bajarên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.“

 ‘PROJEYÊN NETEMAMBÛYÎ`

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan di 2020’an dest bi xebatên sererastkirina rêya Reqa-Hesekê ya bi rêya Ebyed tê nasîn, kiribû. Lê belê bi sedema kêmbûna madeya bêtomîn a rohn, ji ber ku pêwîstiya rê bi restorekirinê hebû, proje nîvçe ma. Lê piştî ku desteyê rê keşf kir, dît ku pêdiviya wê bi qîrê heye, ji wê zêdetir pêdiviya rêya ji Reqa heta bi Bendava Tişrînê ya li Minbicê bi qîrkirinê hebû.

Desteyê ji bo ku madeya Bîtomînê peyda bike, kargeha parzûnkirina qîr ku vê madeyê derdixe, ava kir. Lê niha kargeha hîna temam nebûye û tê payîn ku beriya dema qîrkirina rê hazir be.

Ji ber pirsgirêka kêmbûna avê li herêmê desteyê hewl da avê ji Xabûrê bikişîna Hesekê. Ji bo peydakirina avê li herêmên başûrê Hesekê, projeya kişandina avê ji çemê Firatê li bajarokê Sor ber daye destpêkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 12’yê Tebaxa 2020’an av li ser Hesekê qut kir. Di encamê de pirsgirêkeke mezin li herêmê çêbû û zêdetirî milyon kes ji avê mehrûm ma.

Ji projeyên ku sala borî nehatine temamkirin jî, projeya cihê çopê ya li Qamişloyê ye. Xebatên vê projeyê niha berdewam in.

‘PLAN Û PROJEYÊN 2021’AN’

Mîdya Bozan girîngtirîn projeyên ku dê di sala 2021`an de ji hêla komîte û saziyên xizmetguzarî yên desteyê ve pêk werin, bi bîr xistin.

Li gorî Mîdye, wê para Reqayê ji projeyên 2021`an a herî mezin be. Jê sererastkirina pira Reqa ya nû ku pira herî girîng û herî stratejîk li Reqayê ye.

Heke pira nû hat avakirin, dê xebata derbasbûna erebeyên mezin ji aliyê din yê çemê Firatê re, hêsan bibe. Ji ber di dema niha de berê xwe didin bendava Firatê da ku derbasî aliyê din bibin. Ev yek jî barekî mezin li ser bendava Firatê çêdike.

Mîdya Bozan diyar kir ku deste îsal dê ji nû ve pira Reqa Sumra sererast bike beriya ku hilweşe. Ev pir li ser rêya Reqa-Dêrazorê ye û gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi Reqayê ve girê dide.

Mîdya eşkere kir ku ji ber kêmbûna avê li Minbicê, deste li rex xeta avê ya berê wê îsal xeteke nû ava bike.

Firehkirina bajarvaniyê û zêdebûna hejmara şêniyan di vê demê de, bû sedema sereke ya kêmbûna avê li Minbicê. Ji ber dema xebata avê di dema berê de hatibû çêkirin, hesabê firehkirina bajêr û zêdebûna şêniyan wê nehatibû kirin.

Mîdya Bozan wiha gotina berdewam kir: "Ji projeyên ku dê deste îsal li ser bixebite, çêkirina cihê çopê ya li Kobanê ye, qîrkirina rêyên giştî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destpêkirina projeya kanalîzasyonê li taxa Helko ya Qamişloyê."

Mîdya Bozan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê tevahî projeyên ku di 2020’an de temam nebûn, îsal temam bikin û em soz didin şêniyên xwe ku em ê xebatên herî baş di 2021’an de ji wan re pêşkêş bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eAFAUhBnSso" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>